Li Silêmaniyê teqîn

Li Silêmaniyê teqîn

Li bajarê Silêmaniyê  yê Başûrê Kurdistanê 2 otomobîlên wezareta pêşmergeyan li taxa Serçinar a Silêmaniyê ku berî bombe di wan de hatibûn bi cih kirin, hatin teqandin. Li gor agahdariyên despêkê 2 efser birîndar bûne.

Çavkaniyek ji polîsên trafîkê yên Silêmaniyê ji KNNC re wiha got: “Îro danê sibehê 2 bombeyên berê hatine bi cih kirin, li du cihên cûda û bi 2 otomobîlên wezareta pêşmergeyan ve hatin teqandin. Di encamê de jî 2 efserên wezareta pêşmergeyan birîndar bûn.”

Li gor wê çavkaniyê, herdu otomobîl di demekê de û li cihên cûda yên nêzî Dondirmeyên Hêro û li pêşiya Mêvanxaneya Dawa bombe bi wan ve hatine teqandin.