Li Sîcîlyayê keştî qulipî: 6 kes xeniqîn
Li Sîcîlyayê keştî qulipî: 6 kes xeniqîn
Li Sîcîlyayê keştî qulipî: 6 kes xeniqîn
Keştiyeke biçûk ya masîvanan ku penaberên tê texmînkirin yên Sûriyeyê bû dibir, li perava Sîcîlyayê qulibî û 6 kes xeniqîn. Di keştiyeke din de jî 100 hatin xilaskirin.
Keştiyeke ku penaber dibirin li plaja peva Katanya ya Herêma Xweser a Sîcîlyayê ya Îtalyayê di nava xizê de qulipî. Li gorî lêkolîneran keştî 120 kes ku di nava wan de zarok û jin jî hebûn dibir. Rayedarekî lîmanê da zanîn ku yên ku di keştiyê de bûn hemû Sûriyeyî bûne.
Rayedarê lîmanê da zanîn ku di saetên sibê de ji aliyê xebatkarên kargeriyê ve 6 cesed hatin dîtin. Li gorî çapemeniya Îtalyayê, keştiyeke ku 15 metre durî peravê bû, qulipiye û ji van 6 kes ji ber soberî nezanibû mirine. Peywirdaran li dora peravê qurbaniyan geriyan.
Hate diyar kirin ku 100 penaberên ji Sûriyeyê hatine rizgarkirin.