Li Şêxmeqsûdê 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Li Şêxmeqsûdê 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Duh li Taxa Şêxmeqsûd di navbera Yekîneyên Parastian Gel (YPG) û artêşa Sûriyeyê de pevçûn derketin û 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin. Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê jî beriya 3 rojan di navbera Tabûra Lîwai Cebhet El-Ekrad û hêzên rejîma Sûriyeyê de pevçûn derketibûn û bi dehan leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û bi dehan alîgirên rejîmê dîl hatin girtin. Şervanekî Lîwai Cebhet El- Ekrad jî jiyana xwe jidest da û 5  şervanên wan birîndar bûn. Her wiha topbarana hêzên rêjîma Sûriyeyê ya li ser Taxa Şêxmeqsûd di roja 12‘emîn de didome.

Duh li ber Mexselet El-Cezîra û devera El-Ewarid a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rejîm Sûriyeyê de pevçûn derketin. Di pevçûnên li devera El-Ewarid 3 leşker û li ber Mexselet El-Cezîre jî 2 leşker hetin kuştin. Her wiha 3 leşkerên din birîndar bûn. Pevçûn hîn didomin.

LI EŞREFIYÊ BI DEHAN LEŞKERÊN SÛRIYÊ HATIN KUŞTIN

Li herêma di navbera Çerxeriya Duyemîn û Cêş El- Şeebî ya Taxa Eşrefiyê ya Helebê beriya 3 rojan di navbera Tabûra Lîwai Cebhet El- Ekrad û hêzên rêjîma Sûriyeyê de pevçûn derketibûn. Di encama pevçûnan de bi dehan leşkerên Sûriyê hatin kuştin û bi dehan alîgirên rêjîmê dîl hatin girtin. Wesayîteke rejîmê ku doşka li ser hatibû bicih kirin hate ruxandin û çend avahiyên ku segvanên rejîmê tê de bicih bibûn ji aliyê endamên Tabûra Lîwai Cebhet El- Ekrad ve hatin desteserkirin. Şervanekî Lîwai Cebhet El- Ekrad jiyan xwe jidest da û 5 şervanên wan jî birîndar bûn. Pevçûn hîn didomin.

Topbarana rejîma Sûriyeyê ya li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî di roja 12’emîn de didome û di encama van topbaranan de gelek malên wetiyên sivîl hatin wêrankirin. Hate ragihandin ku, topbarana rejîma Sûriyeyê li dijî herêmên sivîl pêktên û lê kolana Merdelî ku navenda Artêşa Azade nayê topbaran kirin.

Di encama topbaran û bombebarana 12 rojan de 44 welatiyên sivîl jiyan xwe jidest dane û 135 kes jî birîndarbûne û gelek malên welatiyan bi giştî hilweşiya ne.