Li Şêxmeqsûda di bin bombebaranê de alîkarî hate belav kirin

Li Şêxmeqsûda di bin bombebaranê de alîkarî hate belav kirin

Mala Gel a taxa Şêxmeqsûda Helebê li welatiyên kurd û ereb ên ku li rexmî topbarana rejîma Sûriyeyê jî malên xwe neberdane alîkarî belav kir.

Ji 29’ê Adarê ve dewleta Sûriyeyê li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piranî Kurd lê dijîn bi balefiran û topên hawanê êrîşan pêk tîne. Jiber topbaranên li ser taxên Kurdan bi dehan sivîlan jiyan xwe jidest dan û gelek kes birîndar bûn. Di encama êrîşan de herî kêm 150 hezar kesan malên xwe terk kirin û koçî bajarên Efrîn û Kobanê kirin.

Li gel hemû êrîş û tengasiyên jiyanê jî, gelek welatiyan jî malên xwe bernedan. Di bin rewşa awarte de Mala Gel a Şêxmeqsûd Şerqî li van welatiyên ku li rexmî rewşên dijwar û êrîşan de malên xwe bernedan alîkarî belav kir. Komîteya Mala Gel a ji alîkariyan berpirsyar li 260 malbatên Ereb û Kurd alîkarî belav kirin.

Di derbarê belavkirina alîkariyan de berpirsyarê belavkirina alîkariyan Yûsif Yûsif diyar kir ku, pêwîstiyên wekî birinc, rûn, maqirne, çay û şekir li 260 malbatên Kurd û Ereb belav kirine. Yûsif da zanîn ku, wan di belavkirina pêwîstiyan de cûdatiya gelan nekiriye û alîkariyê daye hemû malbatên li cihên xwe mayîne.

Yûsif bang li sazî û rêxistinên mafê mirova yên navnetewî jî kir ku destê alîkariyê dirêjî koçberan bikin.