Li Şêxmeqsûd pevçûn didomin
Li Şêxmeqsûd pevçûn didomin
Li Şêxmeqsûd pevçûn didomin
Pevçûnên li Şêxmeqsûd ên di navbera şervanên YPG’ê û çekdarên Ensar El-Islam de didomin.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê ku piraniya wê Kurd in pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê û çekdarên Ensar El-Islam li herêma El Sika ya taxa Şêxmeqsûd ku nêzî rêya ketina taxa Bustan Başa ye didome.
Her wiha li gor agahiyan pevçûn duh di demjimêrên êvarê de destpê kir û heta îro demjimêrên sibehê dom kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di van pevçûnan de bi dehan kuştî û birîndarên êrîşkaran hene. Her wiha hate zanîn ku, di encama berxwedana şervanên YPG’ê de çekdarên Ensar El-Islam xwe ji wê herêmê paşve kişandine û niha herêma ku pevçûn lê derketibûn di bin kontrola hêzên YPG’ê deye û pevçûn li derdora herêmê bi awayekî demî hîn didome.