Li Şêxmeqsûd pevçûn: 6 leşker mirin 1 birîndar bû

Li Şêxmeqsûd pevçûn: 6 leşker mirin 1 birîndar bû

Li Şêxmeqsûdê di navbera Yekîneyên parastina Gel (YPG) û hêzên rejîma Sûriyeyê de pevçûnên dijwar diqewimin. Di encanê de 6 leşker hatin kuştin, 1 birîndar bû. Pevçûn hîn didomin.

Navenda Çapaemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, pevçûnên dijwar di navber yekîneyên wan ên li herêma Mexselet El-Cezîrê û deveroka El-Ewarid yên Şêxmeqsûd rû dan. Di pevçûnan de 6 leşker hatin kuştin û 1 birîndarbû. Pevçûn hîn didomin.

Balefirên şer ên rejîma Baas jî di heman demê de herêmên cûda ji taxa Eşrefiyê bombebaran dike.