Li Şêxmeqsûd pevçûn: 4 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Li Şêxmeqsûd pevçûn: 4 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Li Şêxmeqsûd pevçûn: 4 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Hêzên rejîma Baas hewl dan têkevin taxa Şêxmeqsûd û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûnê rû dan. Di pevçûnan de 4 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Çavkaniyekî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, hêzên rejîma Baas ên ku dixwestin têkevin Taxa Şêxmeqsûd, rastî berxwedana YPG᾿ê hatin û di encama bersivdayîna YPG᾿ê de 4 leşkerên hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Heman çavkanî diyar kir ku, hêzên rejîma Baas di aliyê Mexselet El-Cezîre ya Şêxmeqsûd Xerbî û devera El-Ewarid ya Şêxmeqsûd Şerqî re ev demeke hewldidin ku têkevin taxê de û herî dawî duh di saetên êvarê de dema ku hewl didan têkevin taxa Şêxmeqsûd pevçûn derketin û di encamê 4 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Her wiha herêmên Şêxmeqsûd pevçûnên demdemî di navber YPG᾿ê û hêzên rejîma Baas ku hewil didin têkevin taxê de derdikevin.