Li Sêweregê 5 kes hatin girtin

Ji welatiyên di operasyonên qirkirina siyasî de li Sêweregê hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin.

13 kesên roja Çarşemê li navçeya Riha Sêweregê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, li dû ragirtina li emniyetê radestî edliyeyê hatin kirin.

Piştî wergirtina îfadeyan 13 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlkê hatin kirin.

Dadgehê ji 13 welatiyan 5 kesên bi navê Necla Al, Bayram Tûranli, Firat Agaçli, Îbrahîm Halîl Erçîn û Gokhan Yildiz bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê.

8 kes jî bi şertê serbestiya bi kontrol hatin berdan.