Li Sêwasê 25 xwendekarên kurd hatin binçavkirin
Li Sêwasê 25 xwendekarên kurd hatin binçavkirin
Li Sêwasê 25 xwendekarên kurd hatin binçavkirin
Li Sêwasê piştî êrişên ulkuciyan şer û pevçûnên derket de piştî serdegirtina malan a ji aliyê polîsan ve xwendekarên ku hatin binçavkirin herî kêm 25 xwendekarên kurd hîna li Midûriyeta Polîsan a Sêwasê di bin çavan dene. Xwendekarên Zanîngeha Cumhuriyetê diyar kir ku ji ber êrişên ulkuciyan nikarin biçin zanîngehê.
Li Sêwasê ev nêzî hefteyekiye êrişên ulkuciyan li dijî xwendekarên kurd berdewam dikin. Duh piştî êrişên ulkuciyan yên li hemberî xwendekarên kurd polîsan herê kêm 20 xwendekarê kurd girtibûn binçav. Ji kesên ku hatin binçav kirin 4 kes jê derxistin dozgeriyê û serbest hatin berdan û disa duh ji aliyê polîsan di serdegirtina malên xwendekarên kurd de 5 xwendekar hati bûn binçavkirin.
Xwendekarên kurd ragihandin ku hijmara hevalên wanê hartine binçavkirin herê kêm 25 kesin, û diyar kirin ku malbatên hinek hevalên wan hatine Sêwasê ji bo ku bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bîne çûne Midûriyeta Polîsan a Sêwasê.
Xwendekarên kurd ani ziman ku tundiyên li hemberî wan hêj berdewam dike û ji ber êrişên ulkuciyan nikarin herin zanîngehê û hevalên wanê ku hatine binçavkirin jî navê wan zelal nebûye û hêjî nizanin kijan hevalên wan hatine girtin.