Li Sêrtê du kesan reda xwe ya wijdanî ragihandin

Şerîf Polat û Îrfan Yildiz ên li Sêrtê diyar kirin ku li dijî leşkertiya bi darê zorê ew reda xwe ya wijdanî eşkere dikin.

2 welatiyên bi navê Şerîf Polat û Îrfan Yildiz, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Sêrtê civîna çapemeniyê li dar xistin û li dijî leşkeriya bi zorê reda xwe ya wijdanê aşkere kirin. Îrfan Yildiz ê biryara xwe ya reda wijdanê aşkere kir, diyar kir ku ew di sala 1997’an de li Taxa Kenar a Êlihê hatiye dine û rastî tundiya mîlîtarîst hatiye.

Yildiz, anî ziman ku di hemû demên zarokatiya xwe de, gaza îsotê, cop, dengê çekan û zext, ji dû wî neqetîne û wiha got: “Divê mirov pereyên ji bo zikê xwe tije bikin, nedin gule û çekan. Ez vê red dikim. Ez red dikim ku beşdarî refên destên ku ji pêşerojê heya roja îro îşkence bi gelê Kurd kirine bibim. Li ser vî esasî ez reda xwe ya wijdanî aşkere dikim û dixwazim ji vir û şûnde jiyana xwe bi awayekê bi rûmet dewam bikim. Heya ku axa me terk bikin, ez ê vê helwesta xwe dewam bikim.”

Sînemager Şerîf Polat ê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ji kar hat avêtin jî, anî ziman ku di sala 1990’an de li Sêrtê hatiye dine û wiha axivî: “Qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, mafê me yê herî pîroz ê xebatê ji destê me girtin. Li dijî van bêdeng mayîn û hezimkirin, tam jî li gorî dilê wan e. Ji ber vê yekê ezê bêdeng neminim û nebim leşkerê dewleta ku mafê jiyanê ji bo min nas nekiriye. Ez ê di yek saziyên wê de nexebitim. Tu qezencekê şer tuneye. Ji bo ku gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe, jin û kesayetên LGBTÎ+ neyin qetilkirin, cudakarî bi dawî bibe û kedxarî ji holê rabe, divê mîlîtarîzim, serdestiya zilam a ku wê xwedî dike û birdoziya heteroseksîst bên redkirin. Ji ber vê yekê ez reda xwe ya wijdanî eşkere dikim.”