Li Sêrtê 5 cenazeyên gerîlayên HPG’ê hat dîtin
Li Sêrtê 5 cenazeyên gerîlayên HPG’ê hat dîtin
Li Sêrtê 5 cenazeyên gerîlayên HPG’ê hat dîtin
Di payîza 2012’an de li Çiyayê Çiravê hat diyar kirin ku pevçûnek qewimiye û hat hînbûn ku 5 cenazeyên gerîlayên HPG’ê ku di wê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane hatine dîtin.
Piştî serlêdana der barê gorên komî ya li Şaxa ÎHD’a Sêrtê hat kirin û şûnde heyeta ÎHD’ê li Çiyayê Çirav ya li Çolteya Eruhê ye xwe gîhand 5 cenazeyên gerîlayên HPG’ê. Di serlêdana ku duh hate kirin de serokê ÎHD’ê Vetha Aydin, endama MYK ÎHD’ê Zana Aksu û sekreterê şaxê Serdar Batur jî di nav de heyet çû herêmî û lêkolîn kir. Di encama lêkolînê de 3 cenazeyên jina û 2 mêr 5 cenaze hatin dîtin. Hat diyar kri ku ev her 5 gerîla di pevçûneke sala 2012’an de şehîd ketine. Malbatan ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin bi heyetekê re ku di nava wan de nûnerên BDP’ê jî hebûn çûn Eruhê.