Li Serokwezîrê ji Partiya Çep ji ber dijberiya nîjadperestiyê doz hat vekirin

Li Serokwezîrê ji Partiya Çep ji ber dijberiya nîjadperestiyê doz hat vekirin

Xweranegirtina li yekemîn serokwezîrê Partiya Çep (Die Linke) ê eyaletê, dewam dike. Tê xwestin, ku mafê destnedanê yê Serokwezîrê Eyaleta Thuringenê Bodo Ramelow, bi hinceta ku di sala 2010'an de 'meşa komeke rastgir a tund asteng kiriye' bê rakirin.

Li gorî nûçeyan di malpera online a kovara Der Spiegel de cih girt, Dadgeha Eyaletê ya li Dresdenê ya eyaleta Sachsenê, ku ji aliyê Partiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) ve tê birêvebirin, di 5'ê KanûNê de ji bo rakirina mafê destnedanê yê Serokwezîrê Thuringenê yê Die Linke Bodo Ramelow, serî li Parlamenta Eyaletê da. Sedema serlêdana ku du roj beriya hilbijartina Ramelow ji Serokê Parlamenta Eyaletê re hat şandin de, tevlîbûna Ramelow a li çalakiya blokaj a 13'ê Sibata 2010'an hat nîşandan, ku ev çalakî li hemberî meşa rêxistina ciwanên rastgir ên tund a bi navê ‘Junge Landsmannschaft Ostdeutschland’ hatibû lidarxistin.

Di serlêdana dadgehê de tê îdîakirin ku Ramelow, di organîzeya xwepêşandana bi hezaran dijberên Neonazî de cih girtiye. 

Bodo Ramelow, di 5'ê Kanûnê de ji partiya Die Linke weke serokwezîrê yekemîn ê sosyalîst ji bo eyaleteke Elmanyayê hatibû hilbijartin. 

Bodo Ramelow der barê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî, polîtîkaya zextê ya li hemberî xwe rexne kir û destnîşan kir, ku daxwaza rakirina mafê destnedana wî ji eyaleta Sachsen a ji aliyê CDU ve tê birêvebirin, hatiye. Ramelow da xuyakirin ku hewldanên li dijî wî "rewşe tewşikî" ye û destnîşan kir ku xwepêşandanên li hemberî çalakiyên rastgiriya tund, nîjadperest û antî-semîtîst, nabe ku bê krîmînalîzekirin.