Li Serêkaniyê piştgiriya bo Rojava didome
Li Serêkaniyê piştgiriya bo Rojava didome
Li Serêkaniyê piştgiriya bo Rojava didome
Bakûrê Kurdistanê ji bo bertekên xwe yên li dijî komujiya Rojava bîne ziman, bi rojane li ser piyane. Her roj çalakiyan pêk tînin û li Serêkaniyê ligel hemû astenî û êrîşan nobeta xwe didomînin.
Çalakiya ji aliyê BDP, KCD, DOKH û STK’yan ve hat organîzekirin, duh di saetên nîvro de welatiyên xwestin biçin Serêkaniyê lê bi talîmata wezîrê karê hundir hat astengkirin. Girse ligel hemû astengiyên polîsan gihiştin Serêkaniyê. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, parlamenterên BDP’ê, hunermend, nûnerên saziyên civaka sivî û bi hezaran kesî li Qada Uç Fidan a Serêkaniyê daxuyaniyek da nû xwestin bimeşin BDP’a navçeyê. Polîsan li vir êrîşê gel kir û çalakiyan şevê berdewam kir.
Tê payîn ku çalakî îro ji aliyê giseya ji Muş, Wnê, Şirnex, Bedlîs, Sêrt, Elezîz,Çewlik, Dêrsîm, Şirnex, Êlih û Amedê hatine dewr bigirin. Ji van bajaran bi hezaran kes ketin rê. Lê yên ji Sêrtê dihatin, hatin asteng kirin. Girseya hat astengkirin rayedarên Tirk şermezar kirin. Di heman saetê de Parqa Uç Fidan di bin ablukaya polîs de bûn. Her wiha gelek leşker sewqî Serêkaniyê kirin.
TÊKETINA SERÊKANIYÊ Û RIHAYÊ HAT ASTENGKIRIN
Girseya Muş, Wnê, Şirnex, Bedlîs, Sêrt, Elezîz,Çewlik, Dêrsîm, Şirnex, Êlih û Amedê dihatin, di dema têketinê de hatin astengkirin. Yên ji Elezîzê hatibûn rastî astengiyê hatinû li wir girseyê çalakiya runiştinê pêk anî. Yên Şirnexê jî di navbera Cizîr û Nisêbînê de hatin astengkirin.
Ji konvoya Mêrdînê 11 kes hatin binçavirin. Hevseroka BDP’ê Aysel Tugluk da zanîn ku polîs îşkenceyê li gel dike.
Konvoya Amedê jî di têketina Serêkaniyê de hat rawestandin. Bendewariya wan a li ser rê didome.
Çalakiya runiştinê ya li Serêkaniyê ligel hemû astengiya didome û girse her diçe zêdetir dibe. Çalakî bi govend û dirûşmeyan didome.