Li Serêkaniyê pevçûn didomin
Li Serêkaniyê pevçûn didomin
Li Serêkaniyê pevçûn didomin
Li gundê Tîl Xelef yê nêzî Serêkaniyê de di saetê êvarê de hêzên YPG’ê û komên girêdayê El Qaîdeyê ketin pevçûnê. Di pevçûnê de 5 êrîşkar hatin kuştin û şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 3 km li rojavayê Serêkaniyê li nêzî gundê Tîl Xelef saet di 17.00’an de di navbera hêzên YPG’ê û komên êrîşkar yên girêdayê El Qaîdeyê pevçûn derketiye. Li gorî çavkaniyên YPG’ê 5 êrîşkar mirine û şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye.
Bi mirinên dawî re li herêma Serêkaniyê îro hejmara kesê mirine gihiştiye 40’î. Pevçûnên li der dora Til Xelef didome.