Li seranserê Helebê pevçûn didomin
Li seranserê Helebê pevçûn didomin
Li seranserê Helebê pevçûn didomin
Li Helabê di navbera hêzên Rêjîmê û komên çete yên DAIŞ'ê û tabûrên Gurebai El-Şam li gelek deveran pevçûn derketin. Hate gotin ku pevçûnên dijwar li taxa Xalidiyê, Eşrefiyê û derdora Balfirgeha Nîrib a Leşkerî derketin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, piştî ku endamên DAIŞ'ê fermandarê Gurebai El-Şam Hesen Cezera îdam kirin di navbera herdû aliyan de pevçûn derketin. Hate gotin ku pevçûn li derdora Taxa Şêx Necar û taxa Cebel Bedro qewimîne. Hate ragîhandin ku di pevçûnan de kuştiyên herdû aliyan çêbûne. Endamên DAIŞ'ê fermandarê Gurebai El-Şam Hesen Cezere û 6 çekdarên wî li ber navenda xwe ya li bajaroka Etarib qetilkirin.
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê jî duh saet di 21.00'an de di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên muxalefetê derketin. Pevçûn heta setên dawiya şevê dom kir. Li aliyê din li taxa Xalidiyê di navbera hêzên Rêjînê û komên çete de pevçûn derketin, di heman demê de topên hawanê li taxa Benî Zeyd û Seken Şebabî ketine. Derbarê kuştî ku birîndaran de tu agahiyên ne hatine bidestxistin.
Pevçûnên ku ev demeke li Taxa Şêx Seeyîd a Helebê di navbera hêzên Rêjîn ê û komên çetedar de derketine dewam dikin. Hate gotin ku di pevçûnên dawî de jî kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne.
Topên hawanê li taxên Salihiyê, Ferdos û Terîq El-Bab ên helebê ketin. Çavkaniyan da zanîn ku di encamê de hin welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane, her wiha hin birîndar bûne.
Hate gotin balafirên şerê ên rêjîmê herêma Bab El-Neîrib a Helebê bombebaran kir û di encamê de welatiyekî jiyana xwe jidest daye. Her wiha balafiran bajarokên Heyan, Enedan û Bayanûn ên li bakurê Helbê jî bombebaran kirin. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistinh.