Li ser sînorê Kobanê tank tên bicihkirin
Li ser sînorê Kobanê tank tên bicihkirin
Li ser sînorê Kobanê tank tên bicihkirin
Li gel girtina deriyên sînor, Tirkiyê bi dehan tank li ser sînor bicih kiriye û berê wan daye Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Dîcleyê, Tirkiyê li ser deriyê sînor ê bi Kobanê re, bi dehan tank bicih kirine.
Ji hêlekî deriyê sînor ê li Nisêbîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyêt û Kobanê girtiye û li hêla din ve jî deriyên di bin kontrola çeteyên girêdayî El Qaîdeyê vekiriye. Kobaniyên ku xwestin deriyê sînor bê vekirin diyar kirin ku leşkerên tirk ên ser sînor ji bo kurdan radiwestin û gotin; "Hema gava ku em dengê xwe derxînin dê li me bidin. 100 mal li gundê me hene lê 100 tang jî nobedariya me dikin.
Salek ji ser şoreşa rojava re derbas bû. Tevî êrîşên li hemberî kurdan ambargoya li ser kurdan jî dewam dike. Kurdên Rojava xwestin deriyên sînor ên vedibin Tirkiyeyê bên vekirin. Lê derket holê ku deriyên sînor ên di bin kontrola çeteyên El-Kaîde û El-Nursayê yên Riha, Dîlok û Kîlîsê vekirîne.
Deriyên di bin kontrola kurdên rojava yên wekî, Nisêbîn, Serêkaniyê û Kobanê girtîne.
Hat hînbûn ku çeteyên birîndar ji deriyên vekirî re derbasî nexweşxaneyên Tirkiyeyê dikin û tên tedawîkirin. Her wiha ji van deriyên navborî amûrên leşkerî derbasî Rojava dikin û li hemberî kurdan êrîş pêk tînin. Kobaniyan jî diyar kirin ku aliyê din ê sînor mirovên wan hene û ji bo têkiliya bi wan re xwestin deriyên sînor ên di bin kontrola kurdên rojava de bên vekirin.