Li ser Rêya Îstîklalê êrîşa polîsan

Li ser Rêya Îstîklalê êrîşa polîsan

Welatiyên ku li ser banga Piştevaniya Taksîmê li ser rêya Îstîklalê hatin gel hev û xwestin bimeşin Parka Gezî, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir.

Gelê ku li ser banga Piştevaniya Taksîmê li ser rêya Îstîklalê kombûn û ji bo tevlî merasima bîranînê ya li Parka Gezî dê pêk bê bibin, xwest bimeşin. Polîsan destûr neda girseyê û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Girseya ku li ber Amadeyiya Galatasarayê rastî êrîşa polîsan hatin, ketin nava kolana û bi keviran û şuşeyan bersiv dan polîsan. Pevçûn berdewam dikin, her wiha dorpêça polîsan ya li Qada Taksîm û Rêya Îstîklalê didome.

Tê diyarkirin ku, polîs êrîşî komên 2-3 kesî yên nava kolana jî dikin, rageşî didome.