Li ser 'Qanûna DAÎŞ'ê ya li Elmanyayê hişyarî hate dayin!

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke nerazîbûn nîşanî hikumetê da ku ji bo DAÎŞ'iyên hemwelatiyê Elman neyê wergirtin, dixwaze derxîne. Jelpke got, "Ev qanûn dibe ku li dijî Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyî yên li dijî DAÎŞ'ê şer dikin jî bikeve dewrê."

Rewşa çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên Elman ên bi saxî ji aliyê YPG/QSD'ê ve hatin girtin, demeke dirêj e di rojev Elmanyayê de ye. Hikumeta Federal li ser rewşa çeteyên DAÎŞ'ê bi bayê bezê biryar da ku qanûnan biguherîne. Li gorî guhertina qanûnî ku hevparên hikumetê li ser li hev kirine, hemwelatiyên Elman ên ku çûne derveyî welat û 'tevlî rêxistineke terorê' bûne, wê welatiya wan a Elman were betalkirin.

Pêşnûme qanûn tê payin ku dawiya vê hefteyê amade be û rojên pê ji bo dengdanê pêşkêşî Meclîsa Federal bê kirin. Ji partiyên mûxalefeta bingehîn Partiya Çep bi tundî nerazîbûn nîşanî vê rewşê da. Parlamenter Ulla Jelpke helwesta hikumeta federal a ji bo DAÎŞ'iyên bi saxî hatine girtin nîşan dide, weke helwesteke 'tirsonekî û bêberpirsyarî' şîrove kir.

'DERS JI REJÎMA NAZÎ NEHATIYE DERXISTIN'

Jelpke anî ziman, betalkirina mafê welatîbûna Elman ê hemwelatiyan, lîstikeke metirsîdar a hikumeta federal e û wiha dewam kir: "Xuya ye ji rejîma Nazî ders nehatiye derxistin û ji ber sedemên siyasî hîn jî dixwazin welatiya Elman betal bikin. Divê di her şert û mercî de em xwe ji qanûnên ji wê demê maye rizgar bikin."

Jelpke bi bîr xist, mîna DAÎŞ'iyên Elman, DAÎŞ'iyên hemwelatî jî li Elmanyayê radîkal bûne û ji vir tevlî komên çete bûne û got, "Destpêka vê pirsgirêkê Elmanya ye, ji ber vê yekê mîna Elmanan dema ku koçberên li Elmanyayê mezin bûne li welatekî din sûcekî li dijî mirovahiyê bike, Elmanya divê xwe ji wan berpirsyar bibîne."

'NEZANTÎ YE KU MIROV BÊJE; QANÛN TENÊ LI DIJÎ DAÎŞ'IYAN E'

Jelpke da xuyakirin, divê hikumeta federal endamên DAÎŞ'ê yên di operasyonên YPG'ê de bi saxî hatine girtin bîne Elmanyayê, darizîne û got, "Helwesteke bê berpirsyarÎ ye ku mafê welatiyê yê hemwelatiyan bê betalkirin û derî li wan bê girtin."

Parlamentera Partiya Çep Jelpke anî ziman, pêşnûme qanûna ku bi pêşniyara Wezîrê Karên Hundir hate amadekirin, dibe ku ji aliyê dewleta Elman ve ji bo armancên cuda jî bê bikarnaîn û got, "Nezantî ye ku mirov bêje; qanûn wê tenê li dijî endamên DAÎŞ'ê ya jî komên din ên cîhadîst bê bikaranîn."

Jelpke bi bîr xist, gelek Kurd û alîgirên tevgera çep a Tirkiyeyê yên li Elmanyayê hemwelatî ne, tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bûne û got, "Pênaseya terorê ji aliyê dewletê ve nehatiye berbiçavkirin. Pênaseya terorê li gorî berjewendiyên siyaseta derve ya Elman diguhere. Ji ber vê yekê, bi fikar im ku qanûna nû li dijî şoreşgerên tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bûne bê bikaranîn."

'QANÛNA EL QAÎDE' JÎ LI DIJÎ KURDAN HATIBÛ BIKARANÎN

Qanûna '129b' a li Elmanyayê ku piştî êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê weke 'qanûna antî terorê' hate derxistin, ji bo hêsankirina girtina endamên El Qaîdeyê yên li Elmanyayê û darizandina wan hatibû derxistin. Lê belê qanûn bi gotina 'rêxistinên terorê yên biyanî dikevin çarçoveya qanûnê' hatibû pênasekirin û bi temê re li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, şoreşgerên Tirkiyeyî, Fîlîstînî û Tamîlî, li dijî tevgerên çep/sosyalîst hatibû bikaranîn. Di çarçoveya vê qanûnê de gelek lêpirsîn li Kurdan hatin vekirin û gelek siyasetmedar û aktîvîstên Kurd hatin girtin.

Tevî ku rayedarên hikumeta federal dibêjin ku qanûna dawî li dijî endamên DAÎŞ'ê derdixin, lê fikar hene ku mîna qanûna 129 li qanûna nû jî bê.