Li ser parêzerên Kurd ên girtî dokûmanterek

Li ser parêzerên Kurd ên girtî dokûmanterek

Derhêner Sarah Mîranda, der heqê parêzerên Kurd ên girtî de dokûmanterek kurt çê kir. Mîranda ji bo vê xebata xwe got, "Ev yek hewldaneke fêmkirina binpêkirina mafên dîrokî yên gelê Kurd e û nerazîbûnek li dijî vê rewşê ye."

Di Mijdara 2011'an de, di encama operasyonên bi îddîaya li dijî KCK'ê de, 40 jê parêzer nêzî 70 Kurd hatin binçavkirin. Ji van parêzeran 34 jê hatin girtin. Binçavkirin û girtina parêzeran, bi vê sînorkirî nema. Di Çileya sala 2013'an de vê carê bi îddîaya li dij DHKP-C'ê de li hemberî mûxalîfan operasyon hat kirin û di encamê de 10 parêzer hatin binçavkirin, tevî Serokê Komeleya Huqûqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli, 9 jê hatin girtin.

Li gorî baro û rêxistinên mafên mirovan, ji sala 2009'an û vir ve 67 parêzer hatin girtin. Ji van 30 hînê li girtîgehan e. Di nav wan de parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ê di Mijdarê de hat girtin jî heye. Ocalan îro bi Enqerê re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd yekser hevdîtinan dike. Roja Bîlmez hat girtin, derêher Sarah û Lûis Mîranda wê ji bo dokûmlantera qenala ARTE, der heqê pirsgirêka Kurd de pê re hevpeyvîn bikira.

Malbata Mîranda ji ANF'ê re peyivî û gotin, "Ji ber tinebûna şertê hevdîtinê, em çûn ber deriyê dadgehê ya li Stenbolê, ku girtiyên Kurd anîn wê derê. Li ber benda polêsan a li pêşiya dadgehê, malbat, milîtan û parêzvanên mafên mirovan li benda biryara der heqê xizmên xwe debûn. Di vê kêliyê de me dîmen kişandin."

Sarah Mîranda got, "Ev dokûmanter hewldanek ji bo fêmkirina binpêkirina mafên dîrokî yên gelê Kurd e û nerazîbûnek li dijî vê yekê ye."

Sarah Mîranda li Zanîngeha Bahîa a Federal a Brezîlyayê master a antropolojî kir. Ji bo qenala France 3 fîlmê bi navê "Cîranê min ê Kurd" (Mon voisin le Kurde) û bi Luîs Mîranda re ji bo qenala ARTE dokûmenta bi navê "Kurdistan, dîroka înkarkirinekê" (Kurdistan, hisoire d'un deni) ku hînê di asta produksiyonê de ye, kişand. Sarah di rewşa niha de li Zanîngeha Londonê di Enstîtuya Lêkolînan a Commonwealth de, master a Mafên Mirovan temam dike.

(Zêdekirin û belavkirina vîdeo ya bê destûr, qedexe ye. Hemû mafên vî dîmenî yê Sara Miranda-Luis Miranda- ANF û ActuKurd e.)