Li ser navê Mûsa Anter Meclisa Gel

Li ser navê Mûsa Anter Meclisa Gel

Li navçeya Kayapinarê Meclisa Gel a Mûsa Enter hat avakirin.

Di avakirinê de bi sedan kesên di nav de Hevserokê BDP’ Amedê Mehemed Emîn Yilmez, Serokê navçeya Kayapinarê yê BDP’ê Dawûd Keser û Endamên Meclisa Dayîkên Aştiy  Amedê beşdar bûn. Di qada ku damezirandin lê hat kirin de bi rengê Kesk, sor û zer hatibû xemilandin, di destê ciwanan de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hebûn. Di vekirinê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin avêtin, fîşekên hewayî teqandin.

Di vekirinê de destpêkê rêz ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hat girtin. Pişt re Serokê BDP’a kayapinarê Keser axivtinek kurt kir, da diyar kirin ku di encama têkoşina gelê Kurd dayî meşandin de dê dawiyê de modelekî xweseriya demokratîk bi dest bikeve û em niha derbasî jiyan kirina wê bûne.

Piştî Keser Hevserokê BDP’a bajarê Amedê Mehemed Emîn Yildiz axivî û bal kişand li ser pêşkevtinên Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku di Şoreşa Rojava de di pêşengtiya  gelê Kurd de berxwedanek bê hempa hatiye dayîn . Yilmez destnîşan kir ku divê Meclisa Gel li gel xwedî derbike û got: “Ev cihê vîna meye. Emê têkoşîna xwe didomînîn. Yan azadî, yan azadî.” Piştî axivtinan  Hevserokê BDP’a Amedê Yilmez, Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Hawa Kiran qurdeleya avahiyê hat vekirin.

Vekirin bi bernameya Koma Nûjen bi dawî bû.