Li ser 5 rojnamevanan biryara girtinê dan!

5 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi daxwaza ku werin gitin birin dadgehê.

 Îro 7 rojnamevan û xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê birin Dadgeha Çaglayanê. Dozger xebatkarên rojnameyê Nedîm Demîrkiran û Mehmet Beyazit bi şertê kontrola edlî berda û bi daxwaza girtinê 5 kesên din ku di nava wan de edîtorên rojnameyê jî hebûn sewqî dadgehê kir.

Navê 5 kesên ku sewqî dadgehê hatine kirin wiha ne; Edîtorên rojnameyê Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Havioglû û Hîcran Ûrûn, xebatkar Pinar Tarlak û Ramazan Sola.