Li Şengalê derbên giran li çeteyan hatin xistin: 7 çete hatin kuştin

Li Şengalê derbên giran li çeteyan hatin xistin: 7 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku, li herêma di navbera Şengal-Kizilkentê de li dijî navenda bicihbûnê ya çeteyên DAIŞ'ê çalakiya serdegirtinê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeteyan hat xistin û herî kêm 7 çete hatin kuştin. 

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê ragihand, ku li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî da: "Di êvara 9'ê Kanûnê de, li hemberî navenda bicihbûnê ya çeteyên DAIŞ'ê ya di navbera Şengal-Kizilkentê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke serdegirtinê lidar xistin. Di vê çaakiya ku ji nêz ve bi bombeyan hat kirin de, pevçûneke demkurt qewimî. Li vir bi zelalî 2 çete hatin ukştin. Çeteyên ku bi maşînan dest li rewşê werdan jî, derbên giran xwarin. Gerîlayên me li vê derê jî çûn ser wesayîteke hat derbkirin û nasnameyên 2 çeteyên hatin kuştin, rakirin."

Fermandarê diyar kir, ku ev çeteyên hatine kuştin, "Nîhammet Miyotser Abdulganî bi navê kod Azîz Aga, di sala 1995'an de li Tilaferê çêbû, Alî Asxer Abulganî Abdulkadir ê di sala 1977'an de li Tilaferê ji dayikbûyê" ne.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat ragihandin ku wesayîtên din ên çeteyan ên hatibû destwerdanê jî derb xwarine, di encamê de yek ji wesayîtan hatiye îmhakirin û kuştî û birîndarên wan nehatine zelalkirin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku di vê çalakiya hevpar a bi Cemaeta Abûazat de, bi zelalî 5 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin, 3 jî birîndar bûne.

Fermandariyê got, "Di sibeha 10'ê Kanûnê de, 4 maşînên çeteyan xwestine bikevin herêma Solak a Şengalê. Derbeke bi bandor li yek ji van wesayîtan hatiye xistin û 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin."