Li Şemzînanê bidar û keviran pevçûn
Li Şemzînanê bidar û keviran pevçûn
Li Şemzînanê bidar û keviran pevçûn
Li Şemzînanê di navbera du gundan de ji ber erdê pevçûn derket. Di pevçûna bi dar û keviran de 7 welatî birîndar bûn.
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di navbera gundiyên ji gundê Helank û gundiyê ji gundê Melevyayê de ji ber erdê pevçûn derket. Hat diyarkirin ku, ev du sale di navbera gundiyan de alozî heye û pêr êvarê vê aloziyê xwe gihand navenda navçeyê û veguherî şerê dar û keviran. Di pevçûna li ber çayxaneyê de, endamê BDP’ê Nusret Akbaş kete navbera gundiyan ji hev bike, bi 6 kesan re birîndar bûn.
Piştî rêveberên BDP’ê ketin navberê û hat ragihandin ku, pevçûn bi dawî bûye. Lê di çayxaneyê de zerara madî derket. Polîsên ku wekî her carê dereng hatin cihê bûyerê, gundiyên ji gundê Melevyayê destpêkê birin nexweşxaneyê û piştre ji bo îfadeya wan bigire ew birin Midûryeta Polîsan a navçeyê. Hat aşkerakirin ku ,gundiyên din ku tevlî pevçûnê bûn jî bi maşineya xwe li cihê bûyerê dûr ketine.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, xwediyê çayxaneyê Seîd Oguz jî xwest zirara wî bê dayîn.