Li Şemzinan û Semsûrê qezayên trafîkê
Li Şemzinan û Semsûrê qezayên trafîkê
Li Şemzinan û Semsûrê qezayên trafîkê
Li Gundê Belûtya yê Şemzînana Colemêrgê qeza pêk hat û di qezayê de yek jê bi giranî 4 zarok birîndar bûn. Li Semsûrê jî dolmiş qulipî şaranpolê û 6 kesan di qezayê de jiyana xwe ji dest dan.
Di satên êvarî de li Gundê Belûtya yê Şemzînana Colemêrgê qeza pêk hat. Di qezayê de 4 zarok birîndar bûn. Di qezayê de 4 zarokên ku temenê wan 6 û 10 salî ên ketin bin maşînê birîndar bûn. Zarokên bi navê Behçet Ekici, Munzur Ekici, Mesrür Ekici û Îmat Ekîcî birîndar bû. Sarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Îmat Ekicî ku rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
LI SEMSÛRÊ JÎ 6 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li Semsûrê jî maşîneya ku karkerên çandiniyê suyar kiribûn qulipî şeranpolê. Di qezaye de 6 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan. Li ser pira Çakalê ya Samsûrê dolmîşa ku karkerên çandiniyê bar kiribû. Di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birindar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Di 19'ê Gulanê de dîsa li heman nokteyê qeza pêk hatibû û 3 jê zarok 5 kesan dîsa jiyana xwe ji dest dabûn û 7 kes jî birîndar bûbûn.