Li Semsûrê qeza: 10 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan

Li Semsûrê qeza: 10 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan

Li Semsurê mînubuseke ku karkerên çandiniyê dibir û dianî qulîpî û encama vê de 10 karkerên jin jiyana xwe ji dest da.

Mînîbusa ku karkerên çandiniyê dibir, duh saet li dora 18.30’an li nêzî Semsurê li ser pira Çakal qeza derbas kiribû.  Mînîbusa plakaya wê 44 NP 878 bû, li ser pirê ji kontrolê derket û qulipî şarampolê. Di destpêka qezayê de 6 jinên karker jiyana xwe ji dest dabû. Lê hejmara karkerên jin gihişt 10’an.

NASNAMEYA KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAYE

Navê 10 karkerên jin yên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane wihaye; Fatma Sut, Medîne Turan, Remziye Acar, Remziye Turan, Zahîde Atîk, Zeynep Unsal, Saîme Uluer, Rahîme Şah, Yildiz Ozelçî, Rahîme Yazan."

WALÎ DAXUYANÎ DA

Waliyê Semsurê Mahmut Demîrtaş çû serdan birîndarên li nexweşxaneyê ye û got: “Em mijarê lêkolîn dikin. Em rê lêkolîn dikin. Hejmara rêwiyên di wesayîtê de zêde ne. Pirsgsirêkek wisa heye.  Em sedema teqîna tekeran jî vê dibînin. Emê lêkolîn bikin.”