Li Semsûr û Cizîrê 5 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk berê sibehê li Semsûr û Cizîrê bi çarçoweya qirkirina siyasî bi ser malan de girt û 5 kes destgîr kirin.

Li Semsûrê HDP, Egîtîm-Sen û Komeleya Elewîiyan a Demokrat bû hedefa polîsên Tirk.

Dema ku bi ser malan de girtin Hevserokê berê yê HDP'ê yê Bajêr Abûze Kuçukkelepçe, rêveberê berê Riza Açikpayam, rêvebera Egîtîm-Senê Ayşegul Yucetaş û Serokê Bajêr ê Komeleya Elewiyan a Demokatîk Celal Demircî destgîr kirin.

Hate gotin kesê bi navê E.G jî ji ber ku li adrêsa xwe bû nehatiye destgîrkirin.

Li Cizîrê ya Şirnexê jî polîsên Tirk li taxa Nûrê bi ser malekê de girtin û kesê bi navê M.S destgîr kirin.