Li Şehbayê bi tundî bersiva êrîşan hate dayîn: 12 çete hatin kuştin

Li herêma Şehbayê Hêzên Şoreşger bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker dan. Di şerê derketî de 12 çete hatin kuştin, ji 40’an zêdetir çete jî birîndar bûne. Êrîş cih bi cih didomin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Malid , Mari û bajarê Ezazê bicihbûne bi çekên giran û sivik êrîşî herêma Şehbayê dikin.

Tevî dewleta Tirk ragihandibû ku operasyona dagirkirinê di 30’ê Adarê de bi dawî kirine jî, herêma Şehba ya ku ji aliyê Hêzên Şoreşger û Ceyş El-Swar ve hatine azadkirin dikin hedef.

BERSIVÊN TUND HATIN DAYÎN

Komên çeteyan êrîşî gundên Merenaz, Vêlat El-Qadî, Simoqe, Hisiyê, Um Hoş, Um Qura, Bendava Şehba, Qol Sirûc, Til Medîq, Til Fifaet û Şêx Îsa kirin, li van gundan jî hêzên şoreşger bi tundî bersiva êrîşa çeteyan dan. Ji ber êrîşa çeteyan gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbû. Di roja yekem a êrîşan de Arêtşa Şoreşger bersiva êrîşan da. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û 40 birîndar bûn.

Di 4`ê Nîsane de, çeteyan êrîşî baregehên Ceyş El-Siwar a li gundê Hisiye, Um Hoş, Simoqiye û Şêx Îsa kirin û şer ji saet 21:00`ê şevê heta saetên roja din dom kir.

Di encama bersivdayîna Ceyş El-Siwar a li hemberî êrîşan de wesayîtek Pîkab a çeteyên artêşa Tirk a dagirker li aliyê Girê Malid hat rûxandin.

Êrîşên dawî yên çeteyan ser herêmên Şehba jî şevê din pêk hat . Artêşa Şoreşgeran careke din bersiveke tund da êrîşkaran û şer rû da. Di şerên li gundên Til Meqîd, Simoqiye, Dibistana Muşat, Hilîse û Hisiyê de 7 çete hatin kuştin û hejmarek çeteyên din jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku êrîşên li ser herêmê cih bi cih didomin.