Li sê bajaran daxwaza berdana girtiyên nexweş hat kirin

Şaxên ÎHD’ê yên Îzmîr, Stenbol û Enqere diyar kirin ku rewşa girtiyên nexweş Kutbettîn Menteş, Hatice Yildiz û Fevzî Arslan giran e û banga berdanê kirin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da. Di çalakiya ku kete hefteya 515’emîn de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên li bajêr jî tev li daxuyaniyê bûn. 

Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Gokhan Aygun bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Kûtbettîn Menteş (67) ê li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tê ragirtin. Aygun ê qala pêvajoya girtina Menteş û nexweşiyên wî kir, anî ziman ku ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin çavên Menteş ji sedî 40 nabînin. 

Aygun, anî ziman ku Menteş di serê meha nîsanê de li hewadariya qawişa bi tena serê xwe lê tê ragirtin ji nişka ve ji ser hişê xwe çû, li ser vê yekê rakirin nexweşxaneyê û têkildarî rewşa wî malbat nehate agahdar kirin. Aygun, da zanîn ku malbata rewşê ji girtiyekî din hîn bin û wiha got: “Ji parêzerê ku ji bo serdanê çûye girtîgehê re gotine ‘ne li girtîgehê ye, li nexweşxaneyê ye’. Li ser vê yekê parêzerê ku çû nexweşxaneyê hîn dibe ku Menteş krîza dil derbas kiriye, rakirina Nexweşxaneya Acibadem a Bodrûmê, anjiyo bûye, 2 stent xistine dilê wî û li beşa lênerîna awarte ye. Tevî ku xetereya jiyanî ya Menteş ê nexweşiyên wî yên giran hene jî 3 sal in bi tena serê xwe tê ragirtin û daxwaza wî ya çûna cem hevalên wî nayê pêşwazîkirin. Îhtîmala ji ber nexweşiyên xwe dîsa krîzekê derbas bike li ber çavan nayê girtin û bi tena serê wî dihêlin qawişê. Em dixwazin ku ewilî Menteş bigirin cem hevalên wî û pişt re di nava pevajoyê de ji ber nexweşiyên wî yên giran înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 644’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” de li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandan ser rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Girtiyên nexweşên giran berdin” hate vekirin de dirûşmeyên “Girtiyên nexweş berdin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Hatîce Onaran, binpekirinên li girtîgehan rêz kirin. Onaran, bi lêv kir ku girtiyên nexweşên giran terkî mirinê hatine kirin û qala nexweşiyên Yildizê kirin. 

‘JIYANA WÊ DI XETEREYÊ DE YE’ 

Onaran, a girtina Yildizê bi bîr xist, wiha got: “Yildiz ji roja ku ketiye girtîgehê ve hemû pêvajoyên wê yên dermankirinê bi derengî ketine. Tevî nexweşiyên xwe û temenê xwe Hatîce Yildiz a tam 4 meh û 5 roj in di girtîgehê de ye, li girtîgehê ji ser hişê xwe diçe û dibin nexweşxaneyê. Girtina Yildiz a bijîjk jê re gotiye divê demildest ji çavên xwe emeliyat bibe ji bo jiyan û tenduristiya wê gefek e.”

Onaran, da zanîn ku ji ber şert û mercên girtîgehê tenduristiya Yildizê her ku diçe xerab dibe û wiha domand: “Ji ber nexweşiya wê ya demansê ya bi pêş ve diçe, ji bîr kirina wê zêde dibe. Bi alîkariya hin kesan dikare li xwe binêre. Ji serlêdanên ku ji bo taloqkirina înfazê, berdana bi şertê kontrola edlî û sewqkirina Saziya Tiba Edlî hatine kirin hêj encam negirtin. Em bang li rayedaran dikin ku ji bo mafên tenduristiyê û jiyanê yên girtiya nexweş Hatîce Yildiz û hemû girtiyên nexweşên giran, astengdar û pîr bên parastin, bên berdan û banga hestiyariye li raya giştî dikin.”

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di hefteya 516’emîn a çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Ji bilî endamên înîsiyatîfê gelek endamên DEM Partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. 

  Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fevzî Arslan ê li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê tê ragirtin. Çevîrmen, da zanîn ku Aslan di 19’ê cotmeha 2018’an de hatiye girtin, di bin îşkenceyên giran de derbas bûye û wiha got: “Heta ji ber îşkenceyan ji ser hişê xwe çûbû. Gotin qey mirî ye û xistibûn morgê. Roja din dîsa îşkence lê hatiye kirin.”

Çevîrmen, diyar kir ku Arslan pişt re birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê, di encama îşkenceyê de xwîn çûye ser mejiyê wî, ji bo ku di dema xwe de mudaxile lê nehatiye kirin xwîn li ser mejiyê wî hişk bûye û bûye sedema îltîhabê. 

‘HEKE NEYÊ DERMANKIRIN DÊ BIKARE 2 SALAN BIJÎ’ 

Çevîrmen di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema malbata wî diçe hevdîtinê bi zehmetî wan nas dike. Dîsa li gorî agahiyên ku bijîjkan dane heke neyê berdan an jî di şert û mercên baş de neyê dermankirin tenê dikare du dalan bijî û xetereya jiyana wî heye. Ji ber ku dermanên xwe di demê xwe de nikare bixwe helîna mejiyê wî bi lez pêş dikeve.”

  Çevîrmen, da zanîn ku Arslan ê tevî nexweşiyên xwe beriya meh û nîvan sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê hate kirin, ji bilî helîna mejî nexweşiya fitika zikî pê re heye û tedawiya wî nayê kirin. Çevîrmen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jiyana Fevzî Arslan di bin xetereyê de ye. Divê demildest bê berdan û di şertên bitendurist de tedawiya wî bê kirin. Giraniya rewşa wî di raporên bijîjkan û tetkîkan de diyar e, ne di rewşeke ku bikar di girtîgehê de bimîne de ye.”