Li sê bajaran çalakiyên 1'ê Îlonê: Navnîşana çareseriyê Imralî ye

Li Amed, Wan û Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de polîtîkayên şer hatine şermezarkirin û hate gotin, “Navnîşana aştî û çareseriyê Imralî ye.''

Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Amed, Wan û Stenbolê çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de polîtîkayên şer û dagirkirinê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan navnîşana çareserî û aştiyê ye.

AMED

L Amedê Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Koşuyoluyê li ber Bîrdariya Denezana Mafê Miorvan ê Gerdûnî daxuyaniya çapemeniyê da.

Berdevkê Platformê Dogan Hatûn axivî û got divê çek êdî nema bişixulişn, hêzên serwer ji hovîtî û hilweşandina ku şer bûne sedema wê ders dernexistine, ji ber şer bi hezaran mirov mirine û koçber bûne.

Wekîlê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan got dewleta Tirk li her deverê polîtîkayên şer rê ve dibe û ev polîtîta bi her kesî dide windakirin.

LI KOMELEYAN CIVÎN

Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Nûnertiya Amedê ya Weqa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Nûnertiya Insîyatîva Heqan û Odeya Bijîşkan li avahiya ÎHD'ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyaniya hevpar ji hêla Serokê Şûbeya ÎHD'ê Abdullah Zeytûn ve hate xwendin. Zeytûn got ji ber çaresernekirina meseleya Kurd ev 36 sal in şerê çekdarî didome, rewşa şer bandora xwe li ser hemû Tirkiyê kiriye, pirsgirêka demokrasiyê û mafê mirovan giran kiriye.

WAN

Li Wanê jî li gel hemû astengiya polîsên Tirk daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin û çalakiya rûniştinê hate kirin.

HDP'ê xwest ku çalakiya 'zincîra aştiyê' li Parka Newrozê bike lê polîsên Tirk nehişt ku vê bike. Li ser vê gel li ber avahiya HDP'ê hate cem hev. Li vir jî polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kiribû lê li gel vê jî gel dorpêça polîsan şikand û xwe gihande avahiya partiyê.

Li vir Hevserokê KCD'ê Bedra Ozturk axivî û got, ''Hemû gelên Tirkiyê li dijî şer divê aştiyê, li djî tecrîdê divê azadiyê biparêzin.''

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Wekîlê HDP'ê yê Wanê Tayyîp Temel axivî û got, ''Tişta ku bi lezgînî divê were kirin ku ew e ku ev şer bi lezginî raweste. Divê li Mitebaqa Dolmabahçeyê veger çêbibe. Seraq xwîn ji vî welatî diçe. Ji Wanê em bang li hemû derdoran dikin; heke em nikaribin vî şerî rawestînin, vê desthilatê ya ku ji nîjatperestiyê dixwe nikaribin bisekinînin, gel wê nikaribin bi hev re bijîn. Ji ber vê banga me ew e ku her kes li aştiyê xwedî derkeve.''

STENBOL

Li Stenbolê jî Dayikên Aştiyê li Beşîktaşê hatin cem hev, li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk çarikên xwe yên spî avêtin erdê, bang li her kesî kirin ku bi berpirsyarî rabin û diyar kirin navnîşana çareseriyê Imralî ye.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Behiya Duman axivî. Duman pêvajoya aştiyê bi bîr xist û got, ''Navê vê pirsê ku rê li şer vekiriye û ev sed sal e zêdetir e didome zelal e, navnîşana çareseriyê jî diyar e. Li ser çareseriya pirsa Kurd Rêzdar Ocalan, 2'yê Gulana 2019'an di hevdîtina xwe de ya bi parêzeran re diyar kiriye ku ew helwesta xwe ya li Newroza 2013'an nîşan dayî diparêze û hê bêhtir lê kur bûye û bi biryardariyeke lê zelal bûyî ye.'' Dayikan her wiha bang kirin ku her kes li li dijî şer bi berpirsyarî rabe û bi rengekî zelal vîna xwe diyar bikin.