Li Saruhanliyê di derbarê 13 BDP'iyan de doz hate vekirin
Li Saruhanliyê di derbarê 13 BDP'iyan de doz hate vekirin
Li Saruhanliyê di derbarê 13 BDP'iyan de doz hate vekirin
Di derbarê 13 endam û rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Saruhanliyê yên bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê meş û daxuyanî li dar xistin doz hate vekirin.
Di derbarê 13 endam û rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Saruhanliyê yên bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve ya di 12'ê îlona 2012'an de hate destpêkirin û 68 rojan berdewam kir meş û daxuyanî li dar xistin doz hate vekirin. Di nav kesên doz derbarê wan de hate vekirin Serokê Rêxistina BDP'ê yê Saruhanliyê Ahmet Ertaş jî heye.
Doz bi îdîayên "Li hemberî zagona çalakî, meş û civîna muxalefet kir" û "propagande kirin" hate vekirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Saruhanliyê Ahmet Ertaş diyar kir ku, di derbarê 13 kesên dixwastin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, pêkanînên dijdemokrasiyê bi dawî bibin, li welat rageşî bi dawî bibe û pêvajoya aştiyê dest pê bike doz hate vekirin. Ertaş bertek nîşanî dozê da û anî ziman ku, bi dozê nikarin mifteyê li ramanên mirovan bidin.