Li Sancaktepeyê komkujiya Rojava hate protesto kirin

Li Sancaktepeyê komkujiya Rojava hate protesto kirin

Rêxistina BDP’ê ya Sancaktepeyê komkujiya çeteyên El Nusra ya li dijî Kurdan bi meşekê protesto kirin.

Rêxistina BDP’ê ya Sancaktepeyê komkujiya çeteyên El Nusra ya li dijî Kurdan li ser Rêya Sarigazi Demokrasiyê bimeşekê protesto kir. Bi dehan kesên li ber Marketa Uçkerê kombûn hatin gel hev bisloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî şoreşa Rojava”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana YPG’ê” diqîrîn û pankartên “Eniya El Nusra çeteya AKP’ê”, “ambargoya Rojava sûcê mirovahiyê ye” vekirin û bertek nîşanî ambargoyê ye. EMEP, Partîzan, Kaldiraç, DHF, ESP, SODAP, Aka-Der jî piştgirî dane meşê.

Piştî meşa ku li ser Rêya Demokrasiyê bidawî bû, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji rêveberên BDP’a Sancaktepeyê Mahmût Dogan xwend. Dogan da zanîn ku, li Sûriyeyê şerekî ku nirxên mirovahiyê tiştek nayê hesabkirin diqewime û got: “çeteyên ku hem di nava rejim û muxalefetan de cih digirin, çalakiyên dij hiqûqa şer pêktînin. Rêveberiya cewherî ya li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin ji du aliyan ve hedef tê girti. Helwestekî li dijî perçeyek ya Kurdistanê, di heman demê de helwesteke li dijî perçeyên din.” Dogan da diyarkirin ku, li dijî Rojava şer tê wateya şerê li dijî Kurdê li Tirkiyeyê. Doganê ku bang li hikumeta AKP’ê kir anî ziman ku, “Guh bidin dengê gelê Kurd ê hemû gelên demokrasî qebûl dikin. Li şûna ku hûn balefirên şer radikin, çeteyan berdidin ser sivîlan, qezencên kurdan nas bikin, destê aştiyê bigirin û pêngavan bi avêjin. Destê xwe, çeteyên xwe ji Rojava bikêşin. Gelê Rojava bitenê nîne.”

Çalakî piştî daxuyaniyê bisloganan bidawî bû.