Li Samsunê 42 xwendekar hatin binçavkirin

Li Samsunê 42 xwendekar hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Ondokuz Mayisê ya Samsunê di navbera xwendekarên ulkucu û xwendekarên çepgir de pevçûn derketin. Di pevçûnê de polîsan mudaxaleyî xwendekaran kir û 42 xwendekar binçav kirin.

Li pêş Fakulteya Perwerdehiyê ya Kampusa Kurupelit a Zanîngeah Ondokuz Mayisê ya Samsûnê (OMU), komek xwendekarên Ocaxa Ulkuyan  (Nijadperestên Tirk) bi silogana “Em makeqanûna bê tirk û Anatoliaya bêyî tirk naxwazin" standa kampanya îmzeyan vekir.

Xwendekaren çepgir jî diyar kirin ku ew destûrê nadin vê yekê û di navbera xwendekarên çepgir û ulkucu de pevçûn derket. Polîsên ku ketin kampusê mudaxaleyî koman kirin û di mudaxaleyê de gelek xwendekarên ketin bin bandora gaza îsotê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya OMU'yê. Polisan mudaxaleyî ulkucuyan nekir û ji xwendekarên çepgir 42 xwendekar binçav kirin.