Li Şamê kurdek kuştî hate dîtin

Li Şamê kurdek kuştî hate dîtin

Li paytexta Sûriyeyê Şamê welatiyê Kurd Hesen Elî Elî yê 39 salî ku ji beriya 3 rojan winda bû kuştî hate dîtin.

Piştî Hisên Elî Elî yê ji Girkê Legê û li Herêma Nebek a Şamê rûdinişt, beriya 3 rojan winda bû, cîranên wî dest bi lêgerînê kirin. Di encama lêgerînê de Elî di mala xwe de kuştî hate dîtin. Kujeran cenazeyê Elî di nava betaniyekê de pêçabûn û kirbûn bermîlekê de û di mala wî de bi cih kiribûn. Li gorî rapora tibî diyar bû ku Elî hatiye xeniqandin.

Hisên Elî Elî li Gundê Helêq a Girkê Legê di sala 1964’an de ji dayik bûye. Elî bavê 7 zarokane û bitena xwe li Şamê bû.

Cenazeyê Hesen dê di 17’ê Gulanê bînin gundê Hekêq a Girkê Legê û li vir bispêrin axê