Li Şamê du êrîşên bombeyî
Li Şamê du êrîşên bombeyî
Li Şamê du êrîşên bombeyî
Li paytexta Şamê ya Sûriyeyê, li nêzî Qada Emevî û Fermandariya Giştî bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk hat û hat hînbûn ku mirî û birîndar hene.
Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê, diyar kir ku du êrîşên bombeyî pêk hatine û yek li qada Emevî û ya din jî li nêzî avahiya Fermandariya Giştî pêk hatiye.
Li gorî agahiyên destpêkê mirî û birîndar hene.
Hat destnîşan kirin ku li herêmên teqîn pêk hatine xesarên mezin pêk hatine û riyên sereke yên hemû herêmê ji trafîkê re hatine girtin û tedbîrên ewlehiyê hatine girtin.
Ji ber êrîşan qut bûn û hat diyarkirin ku gelek ambulans û îtfaye sewqî herêmê bûne.