Îro li eyaleta Saksonyaya Jêrîn (Niedersachsen) hilbijartinên ji bo meclîsa eyaletê hebûn. Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinê Partiya Çep (Die Linke) ku ji aliyê Kurdan ve dihat destek kirin, ji rêjeya sedî 5 derbas nebû û nekete meclîsê.
Rûniştvanên eyaleta Saksonyaya Jêrîn îro li li 83 hezar sindoqan dengên bikaranîn. Lê belê ji sedî 57'ê hilbijêran dengên xwe avêtin. Li gorî encamên pêşî ku ji aliyê televîzyona dewletê ARD'ê ve hatin ragihandin partiya serokwezîr Merkel CDU deng wenda kir û gihişt ji sedî 36. Herwiha SPD ji sedî 32,5, Partiya Keskan ji sedî 13,5 û hevalbendê hikûmetê FDP'ê jî ji sedî 10 deng wertir.
Partiya Çep jî ku siyasetmedarên Kurd Gulten Kelloglu û Yilmaz Kaba ji vê partiyê bibûn namzet, ji sedî 3,5 wergirt û nekarî rijiya bendavê ya ji sedî 5 derbas bibe. Di hilbijartina 2008'an de Partiya Çep li vê eyaletê ji sedî 7 deng wergirtibû.
Hilbijartinên îro wekî nîşaneya hilbijartinên federal ku wê di meha Îlonê de pêk werin, dihat dîtin.