Li Şakranê li girtiyên jin cezayê hucreyê hat birîn

Li Şakranê li girtiyên jin cezayê hucreyê hat birîn

Li girtîgeha Şakranê di 16’ê Gulanê de bi hinceta ku li koxuşê ‘tiştek veşartine’  gardiyana xwest jinan tazî lêgerîn bike. Jinên ku ev pêkanîn qebûl nekirin rastî êrîşên hatin û jina bi navê Hayriye Yagbasan  û Hurriyet Dogan ya ku rastî lêdanê hatin, cezayê giran yê hucreyê danê.

Hayriye Yagbasan û Hurriyet Dogan ku rastî êrîşê hatin pêkanînan hatin, bi ANF’ê dengê xwe dan bihistin. Girtiyan destnîşan  kirin ku  êrîşên ku maruz mane, têrî wan nedîtine û li ser vê yekê cezayê hucreyê yê giran lê birîne. Jinan  diyar kir ku li Şakranê binpêkirin mafan gihiştiye asteke tund.

Girtiyên jin yên ku di 16’ê Gulanê de rastî êrîşa gartiyanan hatin ji aliyê rêveberiya girtîgeha Şakranê ve jî rastî cezayê hucreyê ya giran a 3 rojan hatin.  Jinan wiha got: “Em rastî êrîşan hatin.  Em û jinên din yên koxuşê em ji cihên xwe yên cuda birîndar bûn. Li ser vê cezayê hucreyê j îli min birîn. Ev pêkanîn yek ji binpêkirinên mafan yên giran ê Şakranê ye. Ev rewş qet nayê qebûlkirin.”

Girtiyan di peyama xwe ya ku şandine de wiha got: “Şakran kampeke berhevkirinê ye. Tezgaha îşkenceyê ye.  Li dijî vê kampa îşkence û berhevkirinê bê deng nemînin. Ji bo ku demeke nêz de ev tezgaha îşkencê bi dawî be  tişta dikeve ser milê we bikin.”