Li Şakranê îşkenceya 'Mudur Ercan'
Li Şakranê îşkenceya 'Mudur Ercan'
Li Şakranê îşkenceya 'Mudur Ercan'
Di raporeke Baroya Îzmîrê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Alîaga Şakranê, di şûna dermanê razanê de dermaneke di nexweşiyên giran ên derûnî yên mîna şîzofren, manîk depresîf, major depresyonê de tên bikaranîn, ji girtiyên zarokê re tên dayîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku qeydên kamera jî hatine jêbirin.
Di raporê de hat gotin, li zarokan îşkence tê kirin, di tecrîdê de tên ragirtin, xwarina tê de kêzik hene tê dayîn û perwerdeyeke giran a dînî ji wan re tê dayîn. Di raporê de hat ragihandin ku qeydên kamera yên li Girtîgehê hatine jêkirin û gefa îşkenceya zayendî li zarokan tê xwarin.
Di rapora baroyê de hin ji îşkenceyên li zarokan tên kirin wiha hatin rêzkirin:
- Lêdana bi xortûmê...
- Yên bi jîlet xwe birîndar kirine, xwê datîne ser birîna wan
- Li 'odeya muşadeyê' 3.5 mehan tên ragirtin û belgeya '5 rojan hatine ragirtin' tê amadekirin û îmzekirin
- Di bin tecrîdê de tê ragirtin ku 30 rojan qet nikarin derkevin hewşê
- Zarok bi odeyên ceza yên 'odeya şîn' ku bi singirê şîn girtî ye, tên tirsandin
- Di şûna dermanê razanê de dermanên 'şîzofrenî, manîk depresîf û major depresyon' tê dayîn
Ji zarokên Baroya Îzmîrê pê re hevdîtin kiriye "M.A.G" diyar dike ku li girtîgehê gardiyanên bi navê "E... û M...." îşkenceyê li wan dikin.
M.A.G anî ziman ku 3.5 mehan li 'odeya muşahede' hatiye ragirtin, 2 mehan jê re doşek nehatiye dayîn, 30 rojan qet nekarî derkeve hewşê, di vê demê de rastî lêdaneke dijwar hatiye; 4 gardiyanan pihîn li rûyê wî dane, gardiyanek jî pê li wî kiriye.
M.A.G diyar kir ku 6 mehan destûr jê re nehat dayîn ku zarokên din bibîne, bi tena serê xwe li koxûşekê maye û bûyerên hatin serê xwe wiha vegot:
- Bi zorê yan jî bi dilxwazî di navbera zarokan de têkiliya zayendî heye
- Di veguhastiya bo doktor de em pirsgirêkan dijîn
- Ji bo milê min ê berê şikestibû, bi tenê dermanê êşê kêm dike, tê dayîn
- Rêveberiya girtîgehê gefa şandina koxûşa jê re dibêjin "koxûşa nermokan" li zarokên ji bo xwe pirsgirêk dibîne, dixwe
- Di nava rojê de destûr ji me re nayê dayîn em biçin odeyan û lê bimînin
- Ji ber ku tiştên hatin serê min, bi rêya telefonê min ji malbata xwe re got, Mudurê bi navê E... bi gotina "tu çima giliyê min dike" xeber ji min re da
- Mudur E.... bi xortûmê li zarokan dide. Fermanê dide mudurên din jî ku li zarokan bidin
XORTÛM LI ODEYA MUDUR E
Di rapora Baroya Îzmîrê de tê ragihandin ku odeyên înfaza ceza yên girtîgeha Şakranê qet vala namînin.
Zarokê bi navê K.I jî diyar dike ku car carna di nava xwarinê de pîsî û kêzik derdikevin.
E.Ş.A yê baroyê pê re hevdîtin kir anî ziman ku li girtîgehê piraniya zarokan dermaneke razanê yê bi navê "serequal" bikar tînin.
Zarokê bi navê H.Ç. yê 6 meh in li girtîgehê ye, îşkenceya ji aliyê mudurê girtîgehê ve tê kirin, wiha tîne ziman:
"Mudur E....; qelew, simbêl spî û por spî ye. Piştî lêdanê ez dîsa birin muşahedeyê. Piştî ku li odeya mudur li min dan, ji bo li korîdorê di dîmenên kamerayê de aşkera nebe ji min re gotin, "rast bimeşin, naxwe wê rewşa te nebaş be". Ji ber ku di ser bûyerê re 2-3 derbas bûn, li laşê min şopa lêdanê nema.
Xortûm li odeya mudur e, ji ber ku li wê odeyê kamera nîne dema li me dide, dîmen nayê kişandin. Ji xwe ya li odeya şîn yan jî odeya mudur, ku kamera li van her du cihan nîne, zarok lêdanê dixwin."
Hat ragihandin ku zarokê bi navê H.G. yê du sal in li girtîgehê ye jî, ji ber ku îşkenceya lê hat kirin ji parêzerên xwe re got, gardiyanan ew avêtin 'muşahedeyê.'
JI BO LÊDANÊ CIHÊ GUNCAW HAT AMADEKIRIN
Di raporê de her wiha hat gotin, "Piştî ku îdîayên pêkanînên xerab di çapemeniyê de cih girtin, rêveberiya girtîgehê zext û gef li zarokên gilî kirine kiriye, zarokên li hev nakin li koxûşekê bicih kiriye û bi vî rengî cihekî guncaw ji bo lêdana zarokên gilî kirine, ava kiriye. Parêzeran li laşê hin zarokan şopa lêdanê tespît kirine."
Di raporê de beyanên S.B. jî wiha cih digire:
"Beriya mehek, meh û nîvekê ez li muşahedeya C-4 bûm. Koxûş kirine odeya muşahede, dema li wê derê bûm min bang li karmendên înfazê kir ku ji koxûşa kêlekê rojnameyê bîne. Ji min re got; 'Ez nînim kurê min'. Li ser vê yekê min jî jê re got: 'bi gotina kurê min neaxive. (Ew jî ciwanekî 21 salî ye) Li ser vê yekê du gardiyan ketin hundir, li min dan, serê min li kalorîferê xistin, xwîn ji serê min hat. Dema min xwîna ji serê min hat dît, min dengê xwe bilind kir. Vardiya guherîbû, gardiyanên nû hatibûn hemûyan li min dan û ez xistim odeya şîn. Piştî ku nêzî 45 deqeyan li vê derê hatim ragirtin, ez birin pansûmanê, hemşîreya jin a li nexweşxaneyê wezîfedar pansûman kir. Min neşand nexweşxaneyê. Min nedikarî situyê xwe bilivîne. Milê xwe jî min nedikarî bilivîne. Dîsa jî nebirin nexweşxaneyê. Piştî vê bûyera lêdanê, hefteyekê li muşahedeyê hatim ragirtin. Odeyên muşahede gelekî pîs in, cama wê heye, lê li ser têl heye, ji wê derê heta tê stendin. Dema li muşahedeyê bûm rojê saetekê ez derdixistin. Xwarin jî gelekî kêm dihat."
Di raporê de hat destnîşankirin ku zarokên giliyê 'Ercan Mudur' û gardiyanên din dikirin, dem bi dem li kantînê cezayê 50 TL dihat birîn.