Li Şakranê girêva birçîbûnê kete roja 17'an: Divê şandeyek biçe girtîgehê
Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku bi mebesta tecrîda li ser Ocalan rabe hatî destpêkirin kete roja 17'an.
Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku bi mebesta tecrîda li ser Ocalan rabe hatî destpêkirin kete roja 17'an.
18 girtiyên siyasî yên girtîgeha Şakran Alîaga Izmîrê bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û binpêkirin, êşkenceya fizîkî û psîkolojîk bi dawî bibe 15'ê Sibatê dest bi girêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin.
Girêva birçîbûnê kete roja 17'an ji beşa T2 8, ji beşa T3 5 û ji beşa jinan jî 5 girtî tevlî girêvê bûne.
Ji Şakranê ku bûye cihê êşkenceya sîstematîk her roj agahiyên nû yên êşkence û binpêkirinan tên. Malbatên ku diçine hevdîtinên rastî li miemeleya nebaş tên û ji ber ku cezayên agahdarbûnê didine girtiyan agahî ji wan nayê standin.
'MUDÛR NAXWAZE ME BIBÎNE'
Nûnera Însîyatîva Hevgirtina Zindanan Selma Altan got, '' Binpêkirina mafan a li girtîgehan terisandina êşkence, nehiqûqbûnê û kêfiyetiyê ku bi Rewşa Awarte re zêdetir bûne. Ne pêkan e ku mirov midûr û dozgerê girtîgehê bibîne.''
Altan bang li parêzerê mafê mirovan û raya giştî ya demokratîk kir, got têkildarî mijarê wan xwestiye bi rayedarên girtîgehê re biaxivin lê belê bersiv nedana wan û wiha domand: ''me serlêdana xwe kir lê midûrê girtîgehê ku girtî jî nikarin wî bibînin naxweze me bibîne.''
DAXWAZ
Girtiyên ku di Girtîgeha Şakranê de ketine grêvê van daxwaz dikin:
''Bila tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Di dema hijmartinê de bila raweste nîzamî were rakirin. Bila qerdiyan bi hev re bi ser koxuşan de negirin. Di dema hevdîtinan de bila qedrdiyan tacîzê nekin. Bila sînordarkirina pirtûkan û aktîveyên sosyal bi dawî bibe. Bila bi xwe ve kirina qertê ji mecbûrbûnê derkeve. Bila di nav bera koxuşan de têkilî hebe. Zexta sîstematîk bila bi dawî bibe.'