Li Şakranê cezayê 'taloqkirina tahliyekirinê”
Li Şakranê cezayê 'taloqkirina tahliyekirinê”
Li Şakranê cezayê 'taloqkirina tahliyekirinê”
Rêveberiya Girtîgeha Şakranê, bi sedema cezayê disîplînê, wê girtiya siyasî ya Kurd Vîldan Goktepe 6 mehan dereng tehliye bike.
Li Girtîgeha Şakranê ya navê wê timî bi îhlalkirina mafan tê rojevê, niha jî tehliyekirina girtiyan tê derenghiştin. Yek ji wan girtiyan jî Vîldan Goktepe ya ev 5 sal in di girtîgehê de ye.
Vîldan Goktepe ya 32 salî, berî niha bi salekê bi girtiyên jin re ji Girtîgeha Tîpa M a Batmanê sirgûnî Girtîgeha Şakranê hatibûn kirin.
Goktepeya ku pêwîst e di 25’ê Îlonê de were tehliyekirin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve 6 mehan hat taloqkirin. Sedema wê jî ji ber ku tevlî çalakiya protestoyî ya di girtîgehê de bûye.
Birayê Vîldan Goktepe Mahmut Goktepe yê ji ANF’ê re axivî got ku fitka stû û pişta xwîşka wê heye lewma tevlî çalakiya “Lêdana Derî” nebûye û lê belê bi derewên gardiyanan cezayê disîplînê lê hatiye birîn û ji ber vê sedemê tehliyekirina wê hatiye taloqkirin.
Goktepe da diyarkirin ku ji bo xwîşka xwe bibînin ji Batmanê tên heta Îzmîrê û got, “Xwîşka min di hundir de êşkenceyê dibîne.”
Mahmut Goktepe yê pêvajoya aştiyê bi bîr xist wiha axivî: "Di pêvajoya aştiyê de li şûna ku girtî werin berdan, cezayên wan tên dirêjkirin.”
Di vê navberê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Şakranê cezayên cur bi cur didin girtiyên jin ên ji doza PKK’ê û KCK’ê tên darizandin.