Li Sakaryayê Kurdê li leşkeriyê lînç kirin!

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn destnîşan kir ku li Fermandariya Tûgaya Komando ya 7’an a Sakaryayê Kurdekî ku bi neçarî leşkeriyê dike, hatiye lînçkirin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev got: “Niha li Tûgaya 7’an a Sakaryayê yekî ku leşkeriyê dike li min geriya. Kurdekî ku li girtîgehê mabû û leşkeriyê dike, tê lînçkirin. Di dema hevdîtinê de dirûşim dihate qîrdikirin. Nizanim leşker miriye yan jî zindî ye. Li benda daxuyaniya rêveberan in.”

Keskîn a piştre daxuyaniyek din da got: “Agahiyek nû, leşker dijî, fermandaran agahî da.”

Sakarya tim bi êrîşên nîjatperestî re rû bi rû mabû. 16’ê Kanûna 2018’an di encama êrîşa nîjatperestî ya li Sakaryayê de  Kadîr Sakçi miribû, kurê wî Bûrhan Sakçi jî giran birîndar bûbû.

Sala Borî Amedspor a li gel Skaryasporê dema dilîstin êrîşeke nîjatperestî hatibû kirin.