Li Saarlandê ji partiyên Elman panela 'Li Kurdistanê çi diqewime?'
Li bajarê St. Wendel ê li eyaleta Saarland a Elmanyayê, Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Kesk/90, bi navê 'Li Kurdistanê çi diqewime?' panelek lidar xistin.
Li bajarê St. Wendel ê li eyaleta Saarland a Elmanyayê, Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Kesk/90, bi navê 'Li Kurdistanê çi diqewime?' panelek lidar xistin.
Li bajarê St. Wendel ê li eyaleta Saarland a Elmanyayê, Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Kesk/90, bi navê 'Li Kurdistanê çi diqewime?' panelek lidar xistin.
Axaftina vekirinê ya organîzasyonê ji aliyê Serokê Fransyona Dîe Lînke/Kesk 90 a Sosyal Polîtîk û Ekolojîk Werner Schmîtt ve hat kirin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarlandê Dîlan Akdogan, Serokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fîkret Îgrek, li ser navê Civaka Azad Mako Qoçgirî weke qiseker beşdarî panelê bûn. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan jî weke guhdar li panelê amade bûn.
SCHMÎTT: BERPIRSYARIYA NATO Û DEWLETA ELMAN HEYE
Werner Schmîtt da xuyakirin, ku barbarên DAIŞ'ê di bin navê ol de li dijî gelê Kurd şer dikin û da zanîn, ku DAIŞ di vî şerî de desteka herî mezin ji Tirkiyeyê digire. Schmîtt got, "Tirkiye dewleteke NATO ye, lewma NATO jî di vir de sûcdar e. Elmanya jî weke endamekî NATO di heman astê de sûcdar e." Schmîtt bal kişand ser komkujiyên li hemberî gelê Kurd tên kirin û diyar kir, ku ji ber bêdengiya li pêşberî van komkujiyan, dewleta Elman jî xwedî berpirsyariyê ye.
Schmîtt ragihand ku Tirkiye li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike, Ewropa jî ji ber fikarên xwe yên li ser bazirganiyê, bêdeng dimîne û got, "Divê Ewropa tavilê çekên ji Tirkiyeyê re dişîne bisekinîne. Divê PKK'ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi tenê nehêle; ji lîsteya 'terorê' derxîne û li dijî DAIŞ'ê destekê bide PKK'ê. Girîng e PKK weke hêzeke polîtîk bê qebûlkirin."
'KURD JI GELÊ ELMAN DIXWAZE KU BALA XWE LI SER REWŞÊ BE'
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarlandê Dîlan Akdogan jî bibîr xist, ku têkoşîna herî mezin a li hemberî DAIŞ'ê ji aliyê Kurdan ve tê dayîn û got, "Divê Ewropa, bi taybetî jî Elmanya di vê têkoşînê de Kurdan bi tenê nehêlin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîste zextê li Tirkiyeyê bikin. Elmanya, li şûna ku alîkariyê bide Kurdên mexdûr, zextê li Kurdan dike. PKK'ê li nava lîsteya 'terorê' bi cih dike, siyasetmedarên Kurd digire û nasnameya Kurdan krîmînalîze dike. Li Saarlandê gelek Kurd dijîn. Li hemberî komkujiyên li Kurdistanê çalakiyan lidar dixin. Di vî warî de li benda desteka gelê Elman e, ku bala xwe li ser mijarê be."
'EGER YPG NEBÛYA, FERMANA 73 A LI ŞENGALÊ WÊ SERKETÎ BÛYA'
Serokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fîkret Îgrek di axaftina xwe de bal kişand ser zilma li civaka Êzidî tê kirin û got, "Êzidî parçeyeke qedîm ê gelê Kurd e. Heta niha 72 ferman lê rabûn. Fermana 73'an jî xwestin bi destê DAIŞ'ê bikin. Eger YPG û YPJ nebûya, Êzidî wê li Şengalê bi temamî bihatina qetilkirin. Bi hezaran jin û keçên Êzidî weke kole birin. Kurdên li Rojava yên civaka Êzidî ji komkujiyê parastin, piştî serketina li hemberî barbarên DAIŞ'ê li Rojavayê Kurdistanê modeleke bi kêrî berjewendiyên gelan tê avakirin. Divê ev model li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi cih were anîn. Ji bo bicihhatina vê modelê jî girîng e Ewropa bibe alîkar."
Ji Civaka Azad Mako Qoçgirî jî di axaftina xwe de bi wêneyan re bal kişand ser wehşeta li Rojava û Bakurê Kurdistanê.
SEROKA DUYEMÎN A PARLAMENTÊ: ŞERT E KU JI NÛ VE LI MASEYÊ VEGERIN
Seroka Duyemîn a Parlamenta Eyaleta Saarlandê Barbara Spanîol ku weke mêvan li panelê amade bû daxuyaniyek da û anî ziman ku mexdûrê herî mezin ê şer, zarok in. Spanîol got, "Mixabin di şerê li Kurdistanê de herî zêde zarok diêşin. Ji bo sivîl û zarok bêhtir neyên mexdûrkirin, divê diyalog were kirin. Aliyên Tirk û Kurd pêwîste agirbestê pêk bînin û ji nû ve li maseya aştiyê vegerin. Ev yek ji bo aştiyê şensê tekane ye. Girîng e Ewropa jî di vî warî de bi berpirsyarî rabe."
Panel bi stranên Koma Dengê Mezopotamyayê bi dawî bû.