Li Saarbruckenê panela li ser qedexekirina PKK'ê
Li bajarê Elmanya Saabruckenê, bi mijara "Gelo em hemû §129b ne?, bila derhal qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Saabruckenê, bi mijara "Gelo em hemû §129b ne?, bila derhal qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Saabruckenê, bi mijara "Gelo em hemû §129b ne?, bila derhal qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" hat lidarxistin.
Ji saziya Alîkarî û Şêwirmendiya Hiqûqî ya Azadî Monîka Morres weke qiseker beşdarî panelê bû. Morres diyar kir, qedexekirina PKK'ê ji sala 1993'an û vir ve Kurdan teşhîr dike û di serî de li Elmanyayê Kurdên li gelemperiya Ewropayê krîmînalîze dike.
Morres da xuyaikrin, ku sedema domandina qedexeya li ser PKK'ê, berjewendiyên siyasî ne û diyar kir, ji bo rakirina qedexeyê hemû erk di destê Wezareta Karên Hundir de ye. Morres got, "Lewma kîjan partî li ser desthilatdariyê be, Kurd timî dibin qurbanên berjewendiyên siyasî yên wê partiyê."
Morres bal kişand ser têkiliyên dewleta kûr ên navbera Tirkiye û Elmanyayê û işaret bi zextên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi rengekî paralel tên kirin.
Morres da zanîn, ku Dadsgeha Bilind a Elmanyayê di sala 2011'an de PKK xist statuya darizandina li gorî xala 129b a Qanûna Ceza ya Elman û bi vê yekê re hewl hat dayîn mirov bi hêsanî li gorî qanûna terorê werin darizandin. Morres got, "Bi vî rengî dixwazin raya giştî hînî vê mijarê bikin û pasîfîze bikin. Pêşketinên ji sala 2011'an û vir ve pêk hatine, bi ti awayî nayên dîtin. Şoreşa Rojava, vekirina korîdora însanî li Şengalê û gavên Ocalan ên ji bo pêvajoya aştiyê avêtiye, ti ji wan ji aliyê Elmanya ve nayên dîtin."
Morres bi rengekî cidî ev mijar rexne kir û destnîşan kir, ku divê raya giştî timî bi hesasî nêzî vê mijarê bibe û bi daxuyaniyên çapemeniyê ya ji dest tê bike.
Morres diyar kir ew ê beşdarî dozên siyasetmedarên Kurd ên ji ber xala §129b tên darizandin bibin û destekê bidin siyasetmedarên Kurd.