Li Saarbrûcken meşa Azadiya Ocalan
Li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan maşa “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” hat lidarxistin.
Li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan maşa “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” hat lidarxistin.
Di meşa ji Landwehrplatz a li Saarbrûckenê ye destpê kir de, pankarta ku daxwaza azadiya Ocalan dike û xwedî li bajarê Kurda Efrînê ku di hedefa dewleta Tirk de ye, hate bilindkirin. Di maşa li pêşiya Eûropa Galerîe yê bi dawî bû de, nûnerên saziyên Kurdan ên li Herêma Saarlandê axaftin kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê û şûnde, Hevseroka Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbrûckenê Dîlan Akdogan bi Elmanî axivî. Di axaftina xwe de diyar ki ku divê qedexeya sembolên Kurdan ên li dijî dijminê mirovahiyê berxwedanê dikin, li Elmanyayê bi lezgîn bê rakirin.
Piştre jî endama kûluba matoran a çepgir Kûhle Wampe Saarlend Werna Schmîtt jî axivî û kesên ku di demê dîrokê de terorîst hatin îlankirin niha qehreman in û li dîrokê cihê xwe kirine û got: “Ez ji welatiyên xwe yên Elman pirs dikim gelo PKK ji bo we gef e? Ew dibêjin PKK çiye? Ez jî ji bo wan dibêjim Partiya Karkerên Kurdistanê ne û niha li dijî faşîzma Erdogan û hovên çeteyên DAIŞ’ê têkoşînê dikin. Ew jî dibêjin çima ji bo me gef be, berovajî vê tiştekî baş e.”
Dîsa di çalakiyê de Hevserokê NCKD a Saarbrûcken Orûç Dapar jî axivî û destnîşan kir ku yên ji aştî û demokrasiyê bitirsin cihê wa sergoya dîrokê ye. Li ser navê PYD Saalandê Dexîl Bîrako jî axivî û banga xwedî derketinê li Efrînê kir.