Li Saarbrucken, Hannover, Aachen, Munster û Trierê çalakiyên Efrînê
Li bajarê Saarbrucken, Hannover, Aachen, Munster û Trier ê Elmanyayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi ser Efrînê protesto kirin.
Li bajarê Saarbrucken, Hannover, Aachen, Munster û Trier ê Elmanyayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi ser Efrînê protesto kirin.
Kurdistanî li 4 bajarên Elmanyayê daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê protesto kirin.
SAARBRUCKEN
Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê îro jî ji bo Efrînê li qadan bûn. Gel li pêşiya Europa Galeri li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
Zêdetirî 1000 kes beşdarî meşa gel bû û dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ qîrkirin.
Li pêşiya Europa Galeri mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de Hevseroka NCDK’ê ya Saarbruckenê Dîlan Akogan axivî û diyarkir ku wê hemû qadan bikin cihê berxwedanê.
Çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ bi dawî bû.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan.
Gel li pêşiya HBF a Hannoverê li hev civiyan û ber bi cadeyên qelabalix yên bajêr ve meşiyan.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana YPG’ , ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ , ‘Kujer Erdogan’ û ‘Merkel fînanse dike, Erdogan bombebaran dike’ berz kirin.
AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a bi ser Efrîê protesto kirin.
Bi sedan kes li pêşiya Mala Gelê Kurd a Aachenê kom bûn û bi alên YPG/YPJ, PYD û dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî YPG/YPJ’ û ‘Terorîst Erdogan’ heta qada Elisenbrunnen meşiyan.
Li qada Elisenbrunnenê mîtîngek hate lidarxistin û mîtîng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre endamê NAV-DEM’ê Xalit Taşkirin axivî û wiha got; “Ev şoreşa ku bi felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdan hatî avakirin wê dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe.”
Şafak Denîz li ser navê MLKP’ê axivî û wiha got; “Rojava dilê Kurdistanê ye. Li rojava şerê gel ê şoreşgerî heye. Îro li Efrînê şerê şoreşgerî û demokratîk ê gel tê kirin.”
Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ , ‘Bijî YPG/YPJ’ , ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Kujerê zarokan Erdogan’ bi dawî bû.
MUNSTER
Kurdistaniyên li bajarê Munster ê Elmanyayê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê daketin qadan.
Çalakiya sivîl ya gel heya niha jî didome û gel li qadan e.
TRIER
Li bajarê Trîer ê Elmanyayê jî Kurdistanî li qadan bûn. Gel li pêşiya Viehmarktplatz li hev civiyan û mîtîngek lidarxist. Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ hate berzkirin.
Di çalakiyê de nûnerê NCDK’ê yê Saarland Pehlevan Roj axivî û berxwedana Efrînê silav kir. Roj banga serhildanê li Kurdistaniyên li Ewropayê kir.