Li Saarbrucken’ê gerîla Gezgîncî, Akil û Gurhan hatin bi bîranîn

Li Saarbrucken’ê gerîla Gezgîncî, Akil û Gurhan hatin bi bîranîn

Li bajarê Elmanya Saarbrucken’ê gerîlayên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe winda kirîn hatin bi bîranîn.

Li Komeleya Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Saarbrucken’ê gerîlayên ku didîrokên cuda de jiyan xwe ji dest dayîn di kesayetên gerîla Ramazan Gezgîncî, Hamit Akil (Kerim Şirnak), Mehmet Can Gurhan (Reşîd Serdar) tevayê gerîlayên ku di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bi bîranîn.

Kekê Ramazan Gezgîncî û endamê komisyona Malbatên Şehîdan Hacî Salih Gezicî di axaftina ku li vir kirî de wiha got: “Em bi endambûna malbatên Şehîdan serbilîndîn. Me balbatî hertim serbilîndî pê jiyan kir. Seyit Şenpinar, Ozan Dijwar Halil, Ali Hasan, Mustafa Muhammed, Aydin Bulut, Suleyman Bozkurt ku li gel birayê min şehîd bûyîn me hemû demê weke şehîdên xwe dîtin. Bin gora birayê xwe çewan çêkiriye, gora hevalên wî yên ku li gel wî şehîd ketîn jî min wisan çêkiriye.”

Gezgincî ku gotinên weke kengê ji bo birayê xwe dua kirine, ji bo gerîlayên ku li gel wîna jiyana xwe ji dest dane jî dua kirine, ji bo wan jî xêr kirine û di mewlîda ku îro pêk anî de heman nêzikatî kiriye anî ser ziman. Serokê Komeleya Çanda Kurd Cebbar Gezicî di axaftina ku kirî de bal kişande ser van tiştan: “ Afirênerên nirxên îro di rastî de xwediyê wan şehîdên me ne. Di rojên wiha de pêwiste sozên ku me dane şehîdên xwe ka em çiqas girêdayî wan sozan mane pêwiste em bînin bîr.”

Nûnerê Heyva Sor a Kurdistanê jî axaftinek kirin.