Li Rûsyayê xebatên hilbijartinê destpê kirin

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Rûsyayê dixebitin, bi mijara hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê civînek lidar xistin û komîsyonek ava kirin. Komîsyonê ji bo dengdayîna HDP'ê banga kir.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Rûsyayê dixebitin, bi mijara hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê civînek lidar xistin û komîsyonek ava kirin. Komîsyonê ji bo dengdayîna HDP'ê banga kir.

Di civîna karkerên Kurdistanî û Tirkiyeyî ya li paytext Moskow de rê û rêbazên bikaranîna dengan ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê hatin nîqaşkirin û ji bo ji welatiyan re bibe alîkar komîsyonek hat avakirin. 

Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinan ji bo diyarkirina pêşeroja Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bang hat kirin ku hilbijêr dengê xwe bidin HDP'ê. 

Hat ragihandin, ku deng wê li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Moskowê bên dayîn û divê hilbijêr heta 14'ê Adarê qeyda xwe li Sefaretxaneyê çêbikin.

Dengdan wê di navbera 8'ê Gulanê û 31'ê Gulanê de pêk were.