Li Rûsyayê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn

Li Rûsyayê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Rûsyayê jiyan dikin bi bîranînek girseyî Şehîdên meha Gulanê bibîranîn. Di bîranîn li bajarê Yaroslavya Gûndê Kurda li ser gora gêrîlayên PKK’ê hat çêkirin, de endamê Kongereya Netewî Kurdistan Cemal Şemoyan ji Kurdistaniyan re axaftinek kir û got: “Neyarê me, em asîmîlasyon kirin Kurd bi vê qayil bûn. Lê neyarê me bi vê neqayil bûn cînosîd li ser me pêkanîn . Ger îro em bi serfirazî dibêjin em Kurdin ev bi saya cangoriyê tekoşînêye.”

Kurdistaniyên li bajarê Rûsyayê Moskova, Yaroslavya, Tambov û îvanova  jiyan dikin ji bo Şehîdên meha Gulanê bibîr bînin li gûndê Kurda yê girêdayî bajarê Yaroslavya hatin cemhev. Bîranîna ku li ser gora gêrîlayên PKK’ê hat çêkirin de ji bo bîranîna kesên ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe jidest dana  bi deqîqeyek rêzgirtinê hat despêkirin.

Di bîranînê de li gel nûner û berpirsyarê organîsayon û saziyên Kurdan gelek Kurdistanî beşdarbûn. di seatê sibêde Kurdistanî ji bo bîranînê hatin gûnd. Beriya ku bîranîn destpêbike Kurdistaniyan bi awayekî hevbeş li goristana Şehîdan gul û kulîlk çandin. Di bîranîna ku di seatê êvarî de hat despêkirin de li ser wate û girîngiya maha Gulanê endamê NKK’ê Cemal Şemoyan axaftinek kir Şemoyan di axaftina xwe de dadiyar kirin ku, neyarê Kurdan bi asîmilasyonê qayil nebû wan xwest Kurda cenosîd bikin û got:

‘EM DI RIYA ŞEHÎDÊN XWE DE BER BI SERKEFTINÊ VE DIÇIN’

“Zilma hat serê gelê Kurd di cîhanê de nehatiye serê ti gelên din. Dijmin û neyarê me xwestin me asîmîle bikin em jî bi vê qayil bûn lê bi demêre nayerên me bi vê jî qayil nebûn û cinosîd kirin. 45 milyon Kurd hene lê heya niha bê serok bû. Bi saya Serok APO em jî bûn xwedî Serok û xwedî maf. Berê kesî Kurd nasnedikir. Lê îro tu ji kê re dibêje ez Kurdim yekser qala Ocalan dikin. Ev yek ji bo me serfiraziye. Berê ji min re gotibana dê Kurd ji bo mafê xwe şerkin min ê bawer nekiriba lê Serok APO me bi vê da bawerkirin. Êdî Kurd ji bo mafê xwe şer dikin. Ger îro Tirk tên dibêjin werin em li hev bikin ev yek bi saya Serok APO ye. Lê ger em wenda bikin Kurd di dîrokê de dê ti caran derfetekî din wisa baş bi dest naxe. Ji bo vê jî pêwîste em Kurd xwe zana bikin û li nirxê xwe xwedî derkevin.  Em di riya Şehîdên xwe de berbi serkeftinê ve diçin. Ger em serbikevin wê demê em dikarin li beramberî şehîdê xwe jî erkê xwe bi cih bînin.”

‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ’

Serokê Komeleya Kurd a Mezopotamyayê Refîqê Kamil jî di bîranê de axaftinek kir. Kamil di axaftina xwe de dadiyarkirin ku, ew bi saya Şehîdên Kurdistanê dikarin di welatê xerîbiyê de bi nasnameya xwe tevbigerin û got: “Em wek Kurdên li Rûsyayê jiyan dikin pişgiriyê didin pêvajoya Rizyariya Demokratîk ya ji hêla Serokê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan ve hatiye despêkirin. Gelê Kurd di gelek êşan re derbas bû. Gelek Şehîd dan. Li Rûsyayê jî ji bo Komploya navnetwî ya 15’ê Sibatê şermezar û nelet bikin du hevalên me bedana xwe dan ber agir. Di rojek wisa bi wate de di kesayeta van herdû hevalan de em li ser gora wan hemû Şehîdê Kurd bibîrtînin. Bi saya Şehîdan em di cîhanê de hatin naskirin û dibin xwedî maf. Pêwîste em Şehîdê xwe ji xwe re bikin hêza tekojînê. “

Di merasîma bîranînê de bavê gerîlayê PKK’ê Berxwedan yê ku jiyana xwe jidest daye Apê Emer hEstê xwe bi Kurdistaniyan re par vekir û got: “ ez silavên xwe yê germ ji gerîlayên serê çiyê re dişînim. Her gerîlayek ji bo min Berxwedan e. Di rojek wisa bi wate de li ser gorên Şehîdan kombûyîn xwedî li nirxê Şehîdan derketine.”

‘TEKOŞÎNA GELÊ KURD BI SAYA ŞEHÎDAN GIHA VÊ ASTÊ’

Cigirê Oranîzasyona Viyan ya Jinên Kurd a li Moskowayê Jûliyeta Reşoyan li ser navê jinan axaftinek kir. Reşoyan wisa axivî: “Ji bo komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar û nelet bikin du hevalên me bedana xwe dan ber agir. Em îro li ser gora wan, wan bibîrtînin. Ev heval ji bo me bûn hêza berxwedan û jiyanê. Em wek Kurdên Rûsyayê van havalana xwe Şehîdê xwe dibînin û her sal di vê mehê de tên vir û wan bibîrtînin. Tekoşîna gelê Kurd bi saya Şehîdan gihaşt astek wisa ku êdî tikes nikare serê wê bitewîne. Ji ber ku tekoşîn hêza xwe ji şehîdên xwe digre. Îro erka me ya serekê ewe ku em xweteka Şehîdên xwe bînin cîh û ji bo azadiya Serok APO bitêkoşin. Ji bo vê pêwîste em hêza xwe duqat zêde bikin û bixebitin. Berê Rûsyayê li ser Rojnama Kurdî “bira bi bira hêze”  em jî dibêjin îro dem dema biratiyêye dem dema gelê Kurde.”

Dema axaftin dihatin kirin axatin bi siloganên “Bijî Serok APO” û “ŞehîD Namirin” dihatin qutkirin. Piştî axaftin temam bûn helbestwan Sadiqê Torî û Paşayê Afo helbest xwendin. Bi taybet dema Paşayê Afo helbesta Dayika Pîr ya bi navê “li ser Kurdistanê şipok dibare” xwend çavê gelek Kurdistanî tijî hêsir bû. Piştî xwedina Helbesta hûnermend Berfîn Memedov bi sitrana ey Şehit dawî merasîmê anî

Piştî meresîma bîranînê Kurdistanî heya derengê şevê li gûndê Kurda man û bi hev re li ser mijarê cûda cûda nîqaş û sohbet kirin.