Li Rûsyayê Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan in

Li Rûsyayê Kurdistanî komkujiyên sivîlan yên dewleta Tirk ên li Efrînê, bi çalakiyan protesto dikin.

Kurdistaniyên li navçeya Erşov a bajarê Saratov ê Rûsyayê dijîn, komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bi çalakiyekê protesto kirin.

Kurdistanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd li hev civiyan û Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê Gulîzara Yûsûf axivî û wiha got; “Kurd yekane hêz in ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyane û bi ser ketine. Kurdên ku mirovahî li dijî van çeteyên dijminê jinan û qetilker parastin, îro tên qetilkirin. Erdoğanê ku bavê DAIŞ’ê ye dixwaze tola DAÎŞ’ê ji Kurdan hilîne. Hêzên navnetewî jî bi piştgirîdayîna komkujiyên dewleta Tirk û Erdoğan dibe hevkarê komkujiyan. Divê Rûsya berî demekê li dijî komkujiyên dewleta Tirk bikeve nava tevgerê. Hêviya me û Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn jî ev e.”

Di çalakiyê de Kurdistaniyan alên YPG û YPJ’ê hildan û bê navber dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ qîr kirin.