Li Rûsyayê Kurd ji bo Efrînê li qadan e

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn li dijî komkujiyên sivîlan yên ji aliyê dewleta Tirk li Efrînê tê kirin, li qadan in.

Li bajarê Tambov yê girêdayî Federasyona Rûsya û li navçeyên Dergaçi û Krasnikut yên bajarê Saratov ê Rûsyayê Kurdistaniyan bi çalakiyan komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kirin.

TAMBOV

Kurdistaniyên li bajarê Tambov dijîn bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê li hev civiyan. Kurdistanî di bin pêşengtiya Kongreya Êzidiyan a Rûsyayê li Navenda Çanda Kurd Tambov kom bûn û bang li Rûsya û hêzên navneteweyî kirin ku êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê bidin rawestandin.

KRASNİKUT

Li navçeya Krasnikut yê bajarê Saratovê jî Kurdistaniyan berxwedana Efrînê silav kirin. Di çalakiyê de komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê hate şermezarkirin û Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnikutê Ramazan Budakov axivî û wiha got;

“Li pêş çavên hemû cîhanê dewleta Tirk sivîlên ku li nexweşxaneyê tên dermankirin, dixe. Ev jî komkujî û sûcê şer e. Hemû çapemeniyên cîhanê nûçe weşandin û hêzên ku li dijî vê bêdeng dimînin hevkarê komkujiyên dewleta Tirk e. Ev lîstikên qirêj ku li ser gelê me tê leyîstin wê gelê Kurd bi berxwedanê pûç bike.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi ‘Berxwedana Serdemê’ hate qîrkirin.

DERGAÇI

Li navçeya Dergaçi ya bajarê Saratovê tevî hewaya sar Kurdistanî û dostên wan komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê bi çalakiyekê şermezar kir.

Kurdistanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd li hev civiyan û di çalakiyê de Rêveberên Meclîsa Gel Tevrata Mecît û Îsmaîl Sihan axivîn û li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê banga xwedîderketinê li hemû kesan kir.