Li Rûsyayê konferansa çapemeniyê ya ji bo Rojava

Li Rûsyayê konferansa çapemeniyê ya ji bo Rojava

Kurdên li Rûsyayê dijîn bi konferanseke çapemeniyê rewşa Rojavayê Kurdistanê bi raya giştî ya Rûsyayê re parve kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi êrîşan re hewl tê dayîn Rojavayê Kurdistan ji Kurdan bê xalîkirin û li dijî dorpêçan û ambargoyê banga alîkariyê hat kirin.

Li paytexta Rûsya Moskowayê, bi armanca nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê û piştgirîdayîna gelê Kurd ê li Rojava, konferanseke çapemeniyê hate lidarxistin. Konferans li Mala Kurdan hat lidarxistin û li gel Serokê Yekitiya Saziyên Kurd a Navnetewî Mehrab Şemoyev, Endamê Kongraya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Ferhat Patîev, nûnerê PYD’ê yê Moskowayê Elî Evdilselam Muhamed, gelek kesayet amade bûn.

Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Serokê Yekitiya Saziyên Kurd a Navnetewî Mehrab Şemoyev ve hat kirin. Şemoyev di axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên dewleta Rûsyayê yên der barê Rojavayê Kurdistanê û got:  “Dewleta Rûsyayê beriya hemû dewletan helwesta xwe li hember hovîtiya komên çete eşkere kir. Herî dawî ji Wezareta Karên Derve dîsa li ser vê mijarê daxuyanî hatin dayîn. Ji ber ku em jî li vir dijîn, ev yek ji bo me jî pir girînge.”

GELEK TIŞT TÊN VEŞARTIN

Di berdewama axaftina xwe de Şemoyev diyar kir ku bi vê konferansê ew dixwazin bûyerên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin bi raya giştî ya Rûsyayê re parve bikin û got, “Mijara civîna me Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber li vê heremê gelek bûyerên trajîk tên jiyîn. Lê mixabin gelek tişt ji hêla raya giştî ve nayên dîtin. Em bi vê konferansê dixwazin bala raya giştî ya Rûsyayê bikşînin ser vê mijarê." 

YPG JI BO PARASTINA GELÊ HERÊMÊ HAT AVAKIRIN

Piştî axaftina Şemoyev nûnerê PYD’ê yê Moskowa Elî Evdilselam Muhamed li ser rewşa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê axivî û ev xal destnîşan kir:  “Komên çete bi zanebûn êrîşê dibe ser Kurdan. Sedemên van êrîşan jî ewe ku dixwazin Rojavayê Kurdistanê bê Kurd bihêlin. Li hember van êrîşan partiya me ji destpêkê ve bû xwedî helwest. Her wiha ji bo parastina gelê Rojavayê Kurdistanê partiya me û partiyên din ên Kurd, ji bo gelê heremê biparêze YPG ava kirin.”

KOMÊN ÇETE DIXWAZIN TOLÊ HILÎNIN

Li ser êrîşên komên çete Muhamed da xuyakirin, ku komên çete êrîşî gelê sivîl ê bêparastin dikin û got; “Komkujiya herî mezin jî li du bajarokên girêdayî bajarê Helebê hat jiyîn. Ji ber ku YPG li van bajarokan nîne, gel nekarî xwe biparêze û komên çete êrîşî wan kirin. Ji ber ku derdora van herdu bajarokan Ereb in, dor li Kurdên li wê derê hatiye girtin. Komên çete ji bo tola xwe hilînin, êrîşî gelê sivîl dike. Ev êrîş ne li gorî mirovahiyê ye û ne jî li gor ola Îslamiyetê ye.”

DIXWAZIN ROJAVA BÊ KURD BIHÊLIN

Nûnerê PYD’ê Muhamed di dewama axaftina xwe de li ser armanca komên çete ev nirxandin kir; “Niyeta hêzên Îslamî ewe ku dixwazin li Rojavayê Kurdistanê Emîretek Îslamî ava bikin. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê bi dewlemendiyê xwe yê ser erd û bin erd pir dewlemende, bûye hedefa komên çete. Ji bo bigihêjin vê armanca xwe jî dixwazin Rojava bê Kurd bihêlin. Yek ji sedemên êrîşên wan jî eve.”  

DÊ PARLAMENTO BÊ AVAKIRIN

Li ser hilbijartin û avakirina xweseriyê jî Muhamed wiha axivî: “Armanca hêzên me li Rojavayê Kurdistanê avakirina xweseriyek demî ye. Di vê demê de du armancê me hene. Yek rêk û pêk kirina civakê, ya duyem jî amadekirina destûreke bingehîn a demî ye. Li Rojava bi bilbijartinan ve parlamenteke demî dê bê avakirin, heya ku li Suriyê rewş aram bibe û pirsgirêk çareser bibe dê ev parlement li ser karê xwe be.” 

Di dawiya axaftina xwe de Muhamed eşkere kir, ku hin alî gotinên wan şaş şîrove dikin û got: “Hin hêzên Îslamî van gotinên me berevajî dikin û dibêjin Kurd dewleteke Kurdan ava dikin û Sûriyê parçe dikin. Bi vê propaganda reş re dixwazin êrîşî Kurdan bikin. Her kes dizane ku me gelek caran gotine ku em dixwazin di nav sînorê Sûriyê de prisgirêka Kurd çareser bikin. Em parçekirina Sûriyê naxwazin. Em dixwazin di destûra bingehîn de maf û hebûna Kurda bê pejirandin." 

BANGAWAZIYA ALÎKARIYÊ LI RÛSYAYÊ HAT KIRIN

Endamê KNK’ê Ferhat Patiev jî di axaftina xwe de bêdengiya raya giştî weha rexne kir: “Li hember komkujiya komên çete raya giştî ya cîhanê heya demekî bêdeng bû. Yekîtiya navnetewî 8’ê meha Tebaxê li hember van bûyeran bû xwedî helwest. Heya Emerîka nebû xwedî helwest wan jî helwesta xwe dananî. Bêguman ev yek bi saya Rûsyayê çêbû. Ger Rûsyayê ev êrîş şermezar nekiribana wanê jî helwesta xwe raber nekiriba. Her weha em ji Federasyona Rûsyayê re bangawazî dikin ku destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava bike.”

POLÎTÎKA KURDAN, GELEKÎ AQILANE YE

Dîrokzan, siyasetnas û zanyarê pirsgirêkên dewletên Rojhilata Nêzîk, Navîn, Kafkas Tarasov Stanîslav li ser rewşa Kurdên Rojava nixandinek kir. Tarasov di nirxandina xwe de bal kişand ser politikaya ku Kurd didin meşandin û wiha pêde çû;  “Li vê heremê bê Kurd ti pêşketin çênabe ji ber Kurd hêza sereke ye. Pêşveçûnên li Ewropa, Tirkiye, Îran û dewletên Sovyetê bêyî ku Kurdan li ber çavan bigirin, bi xwe re encamên cûda derxistine holê. Di vê pêvajoyê de politikaya ku Kurd didin meşandin pir bi zanist û aqilane ye. Li Sûriyê Kurd polîtîkayek pir baş dimeşînin. Xwe ne nêzî Esad ne jî nêzî mûxalefetê kirin. Ev yek ji bo Kurdan baş bû. Li Tirkiyê jî bi hevdîtinê dewletê re di çerçoveya diyalogê de pirsgirêka Kurd tê çareserkirin. Ev jî ji her hêlê ve destê Kurdan xurt dike” 

XIRISTIYANAN PIŞTGIRÎ DAN ŞOREŞA ROJAVA

Serokê fona alîkariya dêrên Xiristiyan, fona navneteweyî ya alîkariya Xiristiyanan Dimîtrî Paxomov di nirxandina xwe de pişgiriya gelê Rojava kir û got;  Em li gelemperiya Rojhilata Navîn alikariyê didin gelên Xiristiyan û gelên kêm netewe. Di encama destwerdanên derve re li Sûriyê rewşeke gelekî nebaş derketiye holê. Kurd jî Xiristiyan jî ji vê destwerdana derve ya ku ji hêla Tirkiye, Siûdî û Emerîka ve tê kirin zerarek mezin dîtine. Em dixwazin dengê Kurdan jî bidin bihîstin. Li ser navê Xiristiyanên Rûsyayê pişgiriya xwe ji bo Kurdan diyar dikim.”